Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

'AKP'ya kevneperest nikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike'

'AKP'ya kevneperest nikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike'

Parlamenterê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak xwest hikûmeta AKP'ê ji feraseta xwe ya yekparêz û kevneperest vegere û wiha got: "Ger ku hikûmeta AKP'ê feraseta xwe ya kevneperst neguhere nikare pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê çareser bike.

Li Meclîsê hevditin û nîqaşên Pêşnûmeya Zagona Butçeya Lijneya Giştî ya Tirkiyeyê didomin. Li meclîsê Parlamenterê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak di hevditinên li ser butçeyêde axivî û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê naxwaze hesabê butçeyê bide. Bozlak anî ziman ku, hikûmet baca OTV û KDV ji karker, xizan, çotkar, karmend û esanfan digire û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bi van bacan dixwaze 75 milyon mirovên Tirkiyeyê bike koleyê xwe yê aboriyê. Di dîroka Mezopotamya û Enetoliyayê de her tim gelek ziman, çand, nasname û bawerî li ser vê axê jiyane. Lê piştî avakirina komarê kesên di rêveberiya dewletê de cih girtin bi hişmendiya dewlet netewê tev geriyan û dixwazin yek ziman, yek çand û yek baweriyê pêş bixin. Li şûna pir ziman, pir çand û pir nasnameyê biparêzin nijada girêdayî nasnameya tirk pêş dixin. Hemû kesên li dijî nasnameya tirkan dimînin dixwazin hemûyan wekî dijmin îlan bikin."

'TIRKIYE BI VÊ HIŞMENDIYÊ NIKARE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE'

Bozlak destnîşan kir ku, hikûmet bi vê feraset û hişyendiya yek ziman û pekparêziyê nikare pirsgirêka kurd û Tirkiyeyê çareser bikin. Hikûmet nikare pirsgirêka Kurd, Elewî û yên sereke çareser bikin. Serokê Spor û Ciwanan Suat Kiliç diyar kir ku, li Tirkiyeyê bi navê erdnîgariya kurdan tiştek tune ye. Li Tirkiyeyê 75 milyon mirov dijî 81 bajar hemû ne erdnîgariya tirkin. Ev li dijî rastiya Kurd û Kurdistanê ye.

'RAYEDAR PÊNASÊN TUNE PÎNE DIKIN'

Bozlak da zanîn ku, hikumet bes ji bo navê "Kurdistan" bikar neyne, nav û pênasên pir balkêş û ecêb pîne dike û wiha got: "Herêma ku li gorî makeqanûnê wekî "Herêma Kurdistan ya Federal" tê zanîn wekî Herêma Iraqa Bakûr tê bi navkirin. Tenê ji bo navê Kurdistanê nebêjin her tiştî dibêjin. Dîsa mafê gelê Kurd ên hatine bidestxistin dixwazin ji destê wan bigirin. Êdî kes ji wan bawer nake."

'HIKÛMET LI HEMBERÎ ELEWIYAN BÊ PÎVANE'

Bozlak destnîşan kir ku, helwest û daxuyaniya hikûmetê ya li hemberî elewiyan jî bê p^

pîvan û du gotin û sozên wî li hev dernakeve. Bozlak destnîşan kir ku, ev helwesta AKP'ê zirarê dide pêşeroja Tirkiyeyê û aboriya Tirkiyeyê têk dibe.