AKP ya destekê dide çeteyan dê li Stockholmê bê protestokirin

AKP ya destekê dide çeteyan dê li Stockholmê bê protestokirin

Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, bi armanca şermezarkirina deshilatdariya AKP'ê xwe ji bo çalakiyeke protestoyî amade dikin.

Konseya Kurd a Swêdê û Komîteya Swêdê ya PJAK'ê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ji ber piştgiriya bi çeteyên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq/Şamê ewê li dijî deshilatdariya AKP'ê li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyê ya li paytext Stockholmê xwepêşandaneke protestoyî lidar bixin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê li Rojava bi êrîşên giran re rû bi rû ne û bang li hemû Kurdistaniyên li Swêdê dijîn û dostên wan hat kirin ku beşdarî çalakiya 20'ê Îlonê roja Înê saet di 14.00 a protestokirina hikûmeta Tirk bibin.

Êrîş û komkujiyên li dijî gelê Kurd ê li Rojava, cihê xwe yê di çapemeniya Swêdê de jî diparêze. Kanala televîzyonê TV4 ku li Swêdê herî zêde lê tê temaşekirin, pêr rojev careke din xist rojeva xwe. Di bernameya televîzyonê de hat ragihandin ku Kurd hem li dijî êrîşên Esad hem jî li dijî êrîşên mûxalefetê li ber xwe didin û cih da nêrînên Hevserokê PYD'ê Salih Muslim.

Di bernameyê de hat destnîşankirin ku berevajî El Nûsra û Artêşa Azad a Sûriyê, Kurd li dijî destwerdaneke derve ne û cih ji van gotinên Muslim re hat dayîn: "Di şûna çareseriya leşkerî de em çareseriyeke siyasî dixwazin. Êrîşeke leşkerî pirsgirêkê çareser nake.

Kurd hem li dijî rejîmê hem jî li hemberî mûxalefetê şer dikin. Mixabin em di têkoşîna xwe de bi tenê ne. Kes alîgiriya me nake. Em piştgiriyê ji hêzên demokratîk, Ewropa û welatên Rojavayî nabînin." Muslim destnîşan kir ku gelê Kurd bi tena serê xwe li dijî van hêzan têdikoşe.