Gelek hikûmetên Tirk ji bo pisgirêka kurd binuxûmînin projeya GAP’ê bi kar anîn û niha jî hukûmeta AKP’ê xwe diavêje ber bextê heman projeyê. Pêşî ‘pêşîlvekirina kurd’ piştre jî guherandin ‘Proojeya Biratî û Yekitiya Netewî’. Lê vê projeyê der barê çareseriyê de tu pêşniyarên şênber nekir û piştî AKP niha jî bi projeyeke GAP’ê ya nû ku salên 2013-2017’an di hundirîne derdikeve pêşberî kurdan.
Parlamenterê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî da zanîn AKP’ê di daxuyaniyên xwe yên derbarê sala 2008-2012’an de gotibû dê GAP’ê biqedîne lê pêk neaniye û wiha got: “Projeya GAP’ê ya ya pêşvebirinê, ya xapandinê ye. AKP bi vê projeyê hewl dide beriya hilbijartinê gel bixapîne.”
DÎROKA GAPÊ
GAP ji 1936’an de heta niha heye. Dirêjiya navê wê “Projeya Başûrê Rojhilatê Anatloyayê” ye ku bajarên Bakûrê Kurdistanê yên weke Semsur, Êlih, Amed, Dîlok, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Şirnex têde ye. Şêniya vê herêmê ji sedî 10 Tirkiyeyê pêk tîne. Herêm weke Mezopotamyaya Jor û Hîlalên Zêrîn tê zanîn. Proje di 1970’an de weke ku ji Dîcle û Firatê feyde bê girtin hat amadekirin.
Di 1977’an de ev du projeyên hewzayê weke ‘Projeya Başûrê Rojhilatê Anatolyayê’ hat binavkirin. Di 1980’ê de guhertin bernameyeke pêşvebirinê ya herêmî ya civakî-aborî. Ev bername, enerjî, binesaziya bajar, daristan, perwerde û tenduristiyê digire nava xwe. Bernameya çavkaniya avê 22 bendavan, 19 santralên hîdroelektîrk û 1,2 mîlyon hektar qad dike hedef.
PÊŞVEBIRINA TÊKILIYÊN HILBERÎNA KAPÎTALÎST HAT HEDEFKIRIN
Bi projeyê stratejiyên pêşvebirinê mînak hat girtin. Di salên ku proje ket meriyetê de de bi projeyê hedef hate girtin ku pêşvebirina têkiliyên hilberîna kapîtalîst bê pêşxistin û li gorî vê bingeha civakê biguherînin. Ji ber vê hêmanên civakî û sosyolojîk jî xistin projeyê.
ARMANC NE PÊŞVEBIRIN E
Armanca nivîskî ya projeyê her çiqas weke hevsengiya di navbera herêman de ji holê rabikin û çavkaniyên mirovan afirandine, bê aşkekirin jî; nîqaşkirina wê ya li Lijneya Ewlehiyê ya Netewî derdixe holê ku armancên projeyê cuda ne. Turgut Ozal wê demê axivî û gotibû; “Ger herêm pêş ve biçe û dewlemend bibe dê pevçûn û reaksyonên polîtîk bi dawî bin.”
GAP’Ê DI 37 SALAN DE 27 HUKÛMET LI PIŞT XWE HIŞT
GAP ji dema Serokwezîrtiya Suleyman Demîrel ku ji hikûmeta 32’emîn re serokwezîrtî dikir, heta Tayyîp Erdogan yanî di nava 37 salan de 27 hikûmet li pişt xwe hişt. Li gorî îdareya GAP’ê hikûmetan heta niha 21 mîlyar TL xerç kiriye û di encama razemeniya enerjiyê de jî 15.18 mîlyar dolar hatiye bidestxistin.
AKP DI RIYA HIKÛMETÊN DIN DE ÇÛ
AKP jî 10 salên li xwe li pey xwe hişt, heta niha derbarê GAP’ê de gelek biryar dane. Di 27’ê Gulana 2008’an de beriya hilbijartinên herêmî axaftinên Erdogan yên Amedê hatin nîqaşkirin. Erdogan bi 12 wezîr, 50 parlamenter, nûnerên odeyên pîşeyê, şaredar û waliyan re di serdana Amedê de plana xwe ya ‘Plana Çalakiya GAP’ê ya 2008-2012’an’ aşkere kir. Erdogan diyar kiribû ku di vê planê de dê milyonek 60 hezar hektar qad bê avdan, salê 27 mîlyar kîlovat saet elektîrîk bê hilberandin û dahat ser her kesê jî ji sedî 209 dê zêde bibe û dê ji bo 3 mîlyon û 800 kesî derfetê kar bê dayîn. AKP diyar kir ku dê salê 3 mîlyar dolar razîne û projeyê bi dawî bike. AKP di çar salên dawî de 957 mîlyon YTL xerc kir.
TESEV: PLAN JI PIRSGIRÊKA HERÊMÊ RE NABE ÇARESERÎ
Weqfa Etudên Civakî û Aborî ya Tirkiyeyê (TESEV), di kanûna 2008’an de ‘Nexşeyarê ya derbarê çareseriya pirsgirêka kurd: Li herêmê ji hikûmetê re pêşniyar’ hat weşandin de tê analîzkirin ku GAP ji bo herêmê tê çi wateyê. Di raporê de wiha hat gotin: “Derbarê Gapê de ji herêmê gazinc dihatin kirin. Li bajarên kurdan ku bi rejîma OHAL’ê (Rêveberiya rewşa awerte) hatiye birêvebirin û di palana GAP’ê ya ku ‘îfadeya’ kurd tune ye ji bo pirsgirêka kurd jî nabe çareserî. Her wiha tu rastiya wê tune ye ku 4 milyon kes dê di vê projeyê de bê îstîhdamkirin.”
BÎNÎCÎ: GAP NE PÊŞVEBIRIN E XAPANDIN E
Parlamenterê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî da zanîn AKP’ê di daxuyaniyên xwe yên derbarê sala 2008-2012’an de gotibû dê GAP’ê biqedîne lê pêk neaniye û wiha got: “Projeya GAP’ê ya ya pêşvebirinê, ya xapandinê ye. AKP bi vê projeyê hewl dide beriya hilbijartinê gel bixapîne.”
Îbrahîm Bînîcî diyar kir ku Suleyman Demîrel gotibû ‘Ez GAP’ê nadim kesî’ û got ku divê ev gotin baş bê analîzkirin. Bînîcî wiha got: “Di rastiyê de ev di vê gotinê de ye. Wê demê ev ji bo Demîrel depoya dengan bûn. Niha jî tişt neguheriye. GAP ne projeyeke pêşvebirinê ye, projeyeke xapandinê ye. Derewên weke dê ‘3 mîlyon 800 kes kar bibîne’ dikin. AKP alîgirên xwe têr dike û gel di nava xizaniyê de dihêlen. Derdê wan ne pêşvebirin û geşedan e. Beriya hilbijartinê gel bi van tiştan didin sekinandin. “