AKP, lêkolînkirina Cinayeta Tahîr Elçî jî red kir

Parlamenterê HDP’ê Baydemîr xwest ku Cinayeta Tahîr Elçî bê ronîkirin. Pêşnûmeya HDP’ê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin redkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, têkîldarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, der heqê pêşniyara Serokwekîlê Koma HDP’ê yê girtî Îdrîs Balûken ku xwestibû lêkolîna Meclîsê dest pê bike, axivî.

 ‘DI DOSYAYA DOZÊ DE DÎMEN NÎN E’

Baydemîr got di rapora pêşotopsiyê de hatiye îfadekirin ku Tahîr Elçî ji mesafeyek dûr hatiye qetilkirin, piştre jî bi daneya kesên pispor hatiye ragihandin ku wê neyê tespîtkirin ku guleya ku Elçî qetil kiriye ji kîjan mesafeyê hatiye avêtin û got; “Xisûsek din jî tevî salek di ser re bihurî jî beşek qasî 17 deqeyan ê dîmenê kameraya ewlehiyê ya Postaxaneyê hê tê veşartin, nixumandin, neketiye nav dosyaya dozê. Heman şiklî, dîmenên aîdî kameraya restoranek li wir jî neketiye nav dosyayê.” Baydemîr bi berdewamî ragihand ku ji 15’ê Tîrmehê ve 3 dozgerên tayînî dosyayê hatine kirine bi hincetên cur bi cur ji wezîfeyê hatine girtin û niha ev dosya bê dozger e.

HAT REDKIRIN

Pêşnûmelêpirsîna ku koma HDP’ê bi armanca ronîkirina Cînayeta Tahîr Elçî dabû Meclîsê, bi dengên AKP û MHP’ê hat redkirin.