AKP ji bo pakêtê civiya
AKP ji bo pakêtê civiya
AKP ji bo pakêtê civiya
Rayedarên hikûmetê di bin serokatiya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ji bo “pakêta demokrasiyê” civiyan.
Civîn bi beşdariya alîkarên Serokwezîrê Bulent Arinç, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag, Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn, Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelik, Cîgirê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal, alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk û Serşêwirmendê Siyasî yê Erdogan Yalçin Akdogan pêk tê.
Çav li rê ye ku di civînê de kar û barên pakêtê xilas bibin û lê nayê zanîn ka pakêtê îro ji raya giştî re bê aşkerakirin an na.