AKP'ê ji sedî 73 ê dengê li Awûstûryayê bi 'Tirkên xeyalî' stand?

Li Awûstûryayê, piştî krîza hemwelatîbûna 'qaçax', niha jî rewşeke sosret a 'Tirkên xeyalî' derket holê."

Li Awûstûryayê, di referandûma 16'ê Nîsanê de bi rêjeya 'ji sedî 73'an dengê 'erê' derketibû. Piştî krîza hemwelatîbûna 'qaçax' a li vî welatî, niha jî rewşeke sosret a 'Tirkên xeyalî' ketiye rojevê. Bi sedan welatiyên Tirk ên ku îkametgeha wan li 11 wargehên xwendekaran hate nîşandan, bi belgeyan îspat bû ku li Awûstûryayê najîn. Di nava kesên ku weke xwendekar hatine nîşandan de, Tirkên 89 salî jî hene.

Tirkiye ji rojeva Awûstûryayê nakeve. Krîza destpêkê piştî daxuyaniya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a li ser hejmara welatiyên Tirkiyeyê yên li Awûstûryayê mafê wan ê dengdanê heye, rû da bû. Li gorî YSK, hejmara dengdêrên li Awûstûryayê xwedî mafê dengdanê ne, 108 hezar û 561 bû.

Lê belê rayedarên Awûstûryayê ragihandibûn, ku li welatê wan 116 hezar welatiyên Tirk dijîn û 93 hezar ji van di binê 18 salî de ne. Piştî ku hat texmînkirin, ev 15 hezar kesên zêde bi rengekî îllegal derbasî welatiya Tirk bûne, bal çûbû ser hikumeta Awûstûryayê.

Rayedarên hikumetê diyar kiribûn, welatîbûna Awûstûryayê ya van kesan wê bê betalkirin û 5 hezar Euro cezayê pere li wan bê birîn. Li Awûstûryayê, ku hemwelatîbûn lê qedexe ye, xuyaye hejmara mirovên ku konsolosxaneyên Tirk welatîbûna Tirk daye wan, zêdeyî 15 hezarî ye.

XWENDEKARÊN TIRK ÊN 89 SALÎ!

Tevî vê nîqaşa li ser hemwelatîbûnê, niha jî derket holê ku gelek kes bi awayekî xeyalî li Awûstûryayê dijîn. Rojnameya 'Kronen Zeîtûng' a bi rengekî rojane li Awûstûryayê tê weşandin, bi belgeyan eşkere kir ku bi sedan 'Xwendekarên Tirk' ên qeyda wan li wargehên xwendekaran ên li Viyanayê hatine nîşandan, di rastiyê de ti ji wan li Awûstûryayê najîn.

Rojnameyê qeyda 136 xwendekaran lêkolîn kir û eşkere kir, ku ev xwendekarên navborî li wargehên xwendekaran namînin û ji aliyê kesî ve jî nayên naskirin. Li gorî lîsteya ji aliyê rojnameyê ve hate weşandin, di nava kesên weke xwendekar hatine nîşandan de Tirkên 87 û 89 salî jî hene.

Li wargeheke din a xwendekaran jî, 15 kesên ji malbatekê ku paşnavê wan yek e, balê dikişîne. Emrê ferdên vê malbatê jî ji 22 heta 73 salî ye. Cîranên ku di dîmenekî li malpera înternetê ya rojnameya Kronenê axivîn anîn ziman, ku ew bi ti awayî ferdên vê malbatê nas nakin.

Rewşeke bi heman rengî li wargeheke din jî tê dîtin. Derket holê, ji 18 xwendekarên Tirk ên li vê derê qeydkirî hate nîşandan, tenê 2 ji wan li vir dijîn. Tê texmînkirin, li 11 wargehên xwendekaran ên li Viyanayê, bi sedan Tirk bi vî awayî qeydkirî hatine nîşandan.

FPO: BI HEZARAN TIRKÊN XEYALÎ LI AWÛSTÛRYAYÊ HENE

Her wiha hate ragihandin, ji 138 welatiyên Tirk ên bi rengekî îllegal li wargehên xwendekaran dimînin, mehane 800 Euro alîkariya civakî jî hatiye kirin. Endamê Meclîsa Bajarê Viyanayê Tonî Mahdalîk îdîa kir, ne tenê bi sedan, lê bi hezaran 'Tirkên xeyalî' li Awûstûryayê qeydkirî ne.

Mahdalîk ê ji Partiya Azadiyê ya Awûstûryayê (FPO) kku partiyeke rastgir e got, "Li ser navê van kesan, ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê bi rengekî komî deng tê dayîn. Ev yek hîleyeke mezin a hilbijartinê ye."

Lîderê FPO Heînz-Chrîstîan Strache beriya niha bi hefteyekê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, lîsteyek di destê wî de ye ku 46 hezar hemwelatiyên di hilbijartinên 16'ê Nîsanê de deng dane, tê de nivîsî ye. Lîderê rastgir diyar kir, piştî ku lîste ji aliyê parêzerên pê bawer ve hate lêkolînkirin, wê ji rayedaran re bê ragihandin.