AKP dixwaze li Colemêrgê bi hîleyên parlementerekê desteser bike
Li Colemêrgê HDP’ê, ji bo 4 hezar 800 dengên hatî betalkirin serî li desteya hilbijartinê ya bajêr da.
Li Colemêrgê HDP’ê, ji bo 4 hezar 800 dengên hatî betalkirin serî li desteya hilbijartinê ya bajêr da.
Li gorî encamên ne fermê yên hilbijartinê ku hatine eşkerekirin, li Colemêrgê HDP’ê ji sedî 70,2 rêjeya dengan girtiye û 3 parlamenter bi dest xistiye. Lê belê li bajêr 4 hezar 800 deng hatibûn betalkirin. Her wiha bi van dengên hatî betalkirin û dengên ji derveyî welêt hatî AKP dixwaze li ser hesabê xwe qeyd bike û parlamenterekî bistîne.
Komîsyona HDP’ê ya hilbijartinê, ji bo dengên 3 sindoqên navenda bajêr, 13 sindoqên Şemzînanê, 3 sindoqên Geverê û 3 sindoqên Çelê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçê dabû. Li ser redkirina vê serîlêdanê, îro dîsa serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr hat dayîn.
Tê payîn ku heta sibê saet 13.00'ê nîvro serîlêdan bigihije biryarekê.