AKP dê desteya wezîran biguherîne
AKP dê desteya wezîran biguherîne
AKP dê desteya wezîran biguherîne
AKP, piştî diyarkirina namzetên hilbijartinên herêmî dê di desteya xwe ya wezîran de guhertinan bike.
Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Suleyman Soylû der barê mijarê de nirxandin kir û got, "Ev hilbijartin yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîroka komarê ye."
Soylû ragihand ku ji ber hilbijartinên herêmî hilbijartina beriya hilbijartina Serokkomariyê ye û Serokkomarî jî dê 'Ji dema Selçûkiyan û Osmaniyan û vir ve yekemcar ji aliyê gel ve were hilbijartin" gelekî girîng e.
Yek ji nivîskarên rojnameya Yenî Şafakê Abdulkadîr Selvî di gotara xwe ya îro de cih da mijarê û diyar kir ku tê payîn di destpêka meha Kanûnê de guhertineke biçûk di desteya wezîran de pêk were. Selvî di nivîsa xwe de got, "Lê belê tê meraqkirin gelo ev guhertin dê dagirtina cihê navên bibin namzet be, yan jî dê revîzyoneke biçûk be."