AKP bi hinceta ku ‘dibe propagandaya hilbijartinê’ cenazeyan nade

Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, bi biryara Wezareta Karên Hundir a bi hinceta ‘ji bo hilbijartinê dibe propaganda’ radestî malbatan, nayên kirin.

Cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, bi biryara Wezareta Karên Hundir a bi hinceta ‘ji bo hilbijartinê dibe propaganda’ radestî malbatan, nayên kirin.

AKP ya ku aloziya atmosfera hilbijartinê sor dike, niha jî bi hinceta ku dibe ‘propagandaya hilbijartinê’ cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane, nadin malbatan. Cenazeyê şervanên YPG’ê Mazlum Aşkan (Canşer Cembirî), Îsmaîl Oktay (Rênas Şoreşger) û şervana YPJ’ê Bahar Tugluk (Bêrîtan Batman) ji ber duh dozger nehat, ji Saziya Tipa Edlî nehatin girtin. Malbat û gelê li ber Edliyaya Rihayê rawestiyan bertek nîşan dan û dirûşm berz kirin. 

Hevserokê DBP’ê Îsmaîl Kaplan diyar kir bi biryara Wezareta Karên Hundir re êdî cenaze nayên girtin û gotiye ku ev cenazeyên girtine yên dawî ne û nehatina dozger a şevê jî girêdayî vê biryarê ye. Kaplan wiha berdewam kir: “Sebra gelê Kurd nepîvin. Gaveke ku gelê me paşde biavêje tine. Dijminahiyê li cenazeyên me nekin. Divê gelê me şiyar be. Dozger bi sekinandina van cenazeyan çi armanc dike. Bila cenazeyan nekin alavên siyasetê.

Me ji wezaretê pirsî ‘çima em nekarin cenazeyên xwe bigirin’ û wan jî got; hûn cenazeyan ji bo hilbijartinê bikar tînin. Hûn propagandayê dikin.’ Me li ser xwîna şehîdan siyaset nekiriye, em nakin. Em li ser cenazeyên xwe siyasetê nakin. Ev ne exlaqê me, yê we ye.”

Nûnerê MEYADER’ê Şukru Baytar jî bertek nîşanî biryara wezaretê da û got: “Di mijara şehîdên xwe de em tawîzê nadin. Divê gelê me hişyar be. Em biryara wezaretê nas nakin. Şehîdên me rûmeta me ne. Gelê me wê vê biryarê nas neke.”

Apê Îsmaîl Oktay yê YPG’î, Fuat Oktay jî bertek nîşan da û got: “Dozger dibêje karê min heye û nayê. Wezaret dibêje em nadin.AKP baş dizane ku gelê me li ser piyan e. Paşde gavê navêje.”

Dozger vê sibehê saet di 10’an de hat û karê otopsiyê destpê kir. Tê payîn cenaze di saetên pêş de derkevin rê.