'AKP belasebep diperpite; em ê bendê hilweşînin'

Ji Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppertalê Botî diyar kir ku li bajêr eleqeya ji bo HDP'ê her diçe zêde dibe û got, "Em ê bi hemû gelan re benda hilbijartinê ya ne adîl, di 7'ê Hezîranê de hilweşînin."

Ji Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppertalê Botî diyar kir ku li bajêr eleqeya ji bo HDP'ê her diçe zêde dibe û got, "Em ê bi hemû gelan re benda hilbijartinê ya ne adîl, di 7'ê Hezîranê de hilweşînin."

Li bajarê Elmanya Wûppertalê, xebatên HDP'yiyan ên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin.

Li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppertalê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kombûneke bi taştê hat lidarxistin. Ji komîsyonê Lêhat Botî li kombûnê ji ANF'ê re axivî û got, "Bi hemû gelên bersiv dane banga Jiyana Nû ya HDP'ê û xwedî lê derketine re, em ê benda hilbijartinê ya ne adîl, hilweşînin.'

'SEMPATIYEK MEZIN HEYE'

Botî axaftina xwe wiha dewam kir: "Li gorî xebatên me meşandine û analîzên me kirine, li Wûppertalê zêdeyî pênc hezar hilbijêr hene. Hejmara hilbijêrên komîsyona me xwe gihandiye wan, zêdeyî hezar e. Li aliyê din, bawerî û saziyên din ên bi me re tevdigerin, lîsteya zêdeyî pênc sed hilbijêran gihandin me. Gel bi sempatiyeke mezin nêzî HDP'ê dibin, her kes xwe berpirsyar dibînin û bi awayekî aktîf di nava kar de cih digirin."

'AKP BELASEBEP DIPERPITE!'

Botî destnîşan kir ku ew ê bi gelên bindest re zîhniyeta 'yek kesî' tine bikin û got, "Her ku em kursiya wan dihejînin, ji tirsa nizanin wê çi bikin û û serî li hewldanên provokasyonan didin. Li Tendurekê bi zanebûn 15 leşker şandin mirinê. Lê bi hestiyariya gel û gerîla re ev provokasyon hat pûçkirin û dîmenên vê jî hatin kişandin. AKP belasebep diperpite. Ji ber ku ji niha ve bend hildiweşe."