Akkulu li Licê hat defnkirin
Akkulu li Licê hat defnkirin
Akkulu li Licê hat defnkirin
Abdullah Akkulu yê ku di 8'ê Hezîranê de di çalakiya şermezarkirina çêkirina qereqol û qaleqolan de di encama gulebarana leşkeran de birîndar bibû û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" hat definkirin.
Di 8'ê Hezîranê de li dijî çêkirina qereqol û qaleqolan de li gundê Bîryasê yê Licêya Amedê çalakî hat lidarxistin. Leşkeran gel gulebaran kir û di encama gulebaranê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û Abdullah Akkulu bi giranî birîndar bû. Akkulu heta niha li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin. Akkulu li gel hemû mudaxaleyê jî duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akkulu ji bo definkirinê birin Licê. Girseyê cenaze bi ambulansê birin gundê Sîsê û ji wir jî birin "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar".
Bavê wî Ferman Akkulu diyar kir ku bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd sax be. Nûnerê MEYADER'ê Kazim Pervane jî bal kişand ser çêkirina qereqol û qaleqolan û wiha axivî: "Li Licê şermezarkirina çêkirina qereqol-qaleqol û HES'an 4 welatiyên me jiyana xwe dest dan."
Piştî axaftinê cenazeyê Akkulu bi berzkirina dirûşmeyan hat definkirin. Girse piştî definkirinê bi girseyî çûn sersaxiya malbatê.