Akîpa: Berpirsê komkujiyê AKP-MHP ye

Rêvebera Şûbeya Amedê ya OHD'ê Parêzer Suzan Akîpa got komkujiya li Konyayê ne komkujiyeke takekesî ye, encama siyaseta kîn û nefretê ye ku bloka AKP-MHP'ê ji mêj ve didomîne.

Rêvebera Şûbeya Amedê ya OHD'ê Suzan Akîpa têkilî komkujiya li Konya Meramê ya li ser Kurdan, ku ji eynî malbatê 7 kes ji hêla nîjatperestên Tirk ên AKP-MHPyî ve hatin kuştin, got,  van demên dawî li gelek bajarên Tirkiyê êrîşên nîjatperest û faşîst ên li ser Kurdan zêde bûne. Akîpa got, ''Divê mirov van êrîşên li ser Kurdan ji doza girtina HDP'ê û doza Kobanê ku siyaseta Kurd jê tê darizandin, ji qeyûman û polîtîkaya jinan, ji hilweşîna ekolojîk cuda nebîne.''

Akîpa bi berdewamî bal kişande ser rengê kuştina 7 Kurdên li Konya Meramê û got, ''Li dijî her tiştê ku Kurdan dike Kurd polîtîkayeke êrîşê heye. Fîşekan li bedenên mirî direşînin. Navê vê polîtîkaya îmhayê ye. Divê mirov van polîtîkayên îmhayê tenê weke biryarên 50-60 kesî nebîne. Ne rûdaneke takekesî û edlî ye. Nêzîkatiya faşîst, nîjatperest a desthilata siyasî, gotinên wê yên nefretê rê li vê komkujiyê vekiriye û zemîna esasî çêkiriye.

Akîpa bi berdewamî bal kişande ser rola polîsên Tirk ên di vê komkujiyê de û got,''Polîsan dikarîbû pêşî li sûc bigirta lê peywira xwe bi cih neanîne û di vê komkujiyê de bûne xwedî rol. Polîtîkayên desthilata siyasî ku van demên dawî li ser partiyên Kurdan, jinên Kurdan dike, sedema vê ye. Di ser şewitandina daristanan re hedefnîşandana Kurdan, bi destê desthilata siyasî îlegalîzekirina partiya herî mezin a di rêza sêyan de, HDP'ê, bi kujerên Deniz Poyraz re xwedî rengên hevşib e. Bi ya me atmosfera siyasî, daraz, nehqiqûqî, polîtîkayên cezanekirinê, zimanê nefretê rê li vê komkujiyê vekiriye. Ne rûdaneke bi serê xwe, ne ya pêşî ye jî, hemû derdoren civakî, rêxistinên heq û hiqûqê, baro, şex, divê em bi têkoşîneke hevpar werin cem hev. ''

Akîpa herî dawî got çareserî bi têkoşîneke hevpar dibe.