Li girtîgehan greva bê dem û dorveger a girtiyên PKK û PAJK'î ku bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rakirina ambargoya li ser gundan da bûn destpêkirin, ev 44 roj e didome. Li gel vê li Girtîgeha Sîlîvriyê parlementerên HDP'î Meral Daniş Beştaş, Ayhan Bilgen û Nihat Akdogan jî wê ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.
hat diyarkirin ku wê parlementerên HDP' yi sibê daxwaznameyê bidin Girtîgeha Sîlîvriyê û wê di 1'ê Nîsanê de ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin.
Her wiha li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, li Girtîgeha Sîlîvriyê jî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Nasrulllah Kuran, Çetin Arkaş ên di dema pêvajoya çareseriyê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diman û Gerînendeyê Karên Nivîsan a Rojanemya Ozgur Gundema bi BHQ’ê hate girtin Înan Kizilkaya ragihandibûn ku wê sibê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Her wiha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê jî Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ev 6 roj e di greva birçîbûnê de ye.