Diyadîn Akdemîr piştî 18 salan ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklar a Îzmîrê hat berdan.
Akdemîr di sala 2005'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "hewandina madeya teqemeniyê" û "di belgeyên fermî de sextekarî kirin" hat girtin û 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Akdemîr ê li girtîgehên Tekîrdag, Kandirayê û Kiriklarê ragirtin, tevî ku cezayê wî temam bûbû jî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” ya Desteya Rêveberî û Çavdêriyê berdana wî 6 mehan hate taloqkirin.
Akdemîr, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAY-DER), Hevserokên HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ve hate pêşwazîkirin.
Akdemîr ê bi çepikan hate pêşwazîkirin, hestên xwe wiha vegot: "Ji girtîgehê derketim lê belê nikarim tiştên hîs dikim bînim ziman. Min hevalên xwe li pey xwe hiştin. Xemgîniya wê dijîm. Em ê ji bo azadiya Rêbertî û gelê xwe, bêhtir têbikoşin."
Akdemîr, piştre bi malbata xwe re ber bi bajarê xwe Amedê ve kete rê.