Akademîsyenên ji Elmanyayê çûn li Sêmalka hatin astengkirin

Akademîsyenên ji Elmanyayê çûn li Sêmalka hatin astengkirin

Heyetek ji 21 ciwanan a ji Elmanyayê ji bo hin danûstandinên li Rojava xwest derbasî Kantona Cizîrê bibe, li deriyê Sêmalka rastî astengiya rayedarên PDK'ê hat.

Heyeta ji 21 akademîsyenên Kurd û Elman ên ji Elmanyayê dixwazin derbasî Rojava bibin, li deriyê sînor ê Sêmalka tê sekinandin. Tevî hemû hewldanên heyetê jî rayedarên PDK'ê destûrê nadin ku heyet derbasî Rojava bibe. 

Di daxuyaniya li ser navê hdeyeta ku Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) organîzeya wê kiriye de hat diyarkirin ku ew ji bo di navbera 7-26'ê Îlonê de li Rojava hin danûstandinan bikin ji Elmanya ketine ser rê û hat gotin, "Lê belê daxwaza me ya ji ser Sêmalka derbasbûna Rojava, tevî hemû hewldanên me yên li Berpirsyarê Deriyê Sînor Dr. Hamîd Derbendî, nûnerê PDK'ê yê Elmanya û Nûneriya PDK'ê ya li Duhokê, ev sê roj in encameke erênî jê derneketiye. Serdana delegasyona me ya ji xwendekar-akademîsyenan, bi awayekî kêfî hat astengkirin."

Endamên heyetê dan xuyakirin ku ew vê helwesta zextdar şermezar dikin û gotin, "Çi dibe bila bibe delegasyona me biryardar e ku xebatên xwe bimeşîne."