Ajovanên delegeyên konferansa jinan anîn rastî êrîşê hatin
Ajovanên delegeyên konferansa jinan anîn rastî êrîşê hatin
Ajovanên delegeyên konferansa jinan anîn rastî êrîşê hatin
Hate hînbûn ku, ajovanên otobusên Vangolu yên ku jinên ji bo tevlî 2’mîn Kongreya Meclisa Jinên Navenda BDP’ê bibin ji Wanê di anîn Enqereyê rastî êrîşê hatin.
2’mîn Kongreya Meclisa Jinan ya Navenda BDP’ê ku li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ya li Enqereyê bi şîara “Jina rêxistinbûyî, rizgariya demokratîk, jiyana azad” bi tevlîbûna gelek jinên ji bajarên cûda hatî pêkhat. Hate hînbûn ku, ajovanên otobusên Vangolu ya ku jinên ji bo tevlî kongreyê bibin ji Wanê anîn Enqereyê rastî êrîşê hatin.
Ferît Geduk yê ku rastî êrîşê hat da diyarkirin ku, dema ku kongreyê berdewam dikir, ji bo xwarinê bixwin çûne resturantekê û rastî êrîşa bidar ya kesên sivîl yên ji wesayîtê hatin xwar, hatine. Geduk anî ziman ku, “Dema ku em di rê de diçûn wesayîtek ji pişt me ve li qûrneyê da. Me jî rê dayê, lê belê kesên ku ji wesayîtê hatin xwar Vangolu li ser cilên me dîtin, bi dar û kalasan hewil da êrîşî me bikin. Dema ku me hewilda xwe biparêzîn, dar û kalas li milê min ketin.” Geduk destnîşan kir ku, piştî welatiyên derdor ketin navberê, êrîşkar reviyan, esnafan jî piştgirî dan êrîşkaran û heqaret li wan kirin. Geduk da zanîn ku, ew bi ambulance rakirin Nexweşxaneya 29 Mayisê. Geduk bilêv kir ku, ji wî re gotine tiliya wî ya destê rastê şikestiye û pêwîste bê emeliyat kirin. Geduk anî ziman ku, “Ew niha ber bi Wanê ve diçin. Em dê li wir emeliyat bikin. Me ne zanî êrîşkar kîne. Me plaqeya wesayîta wan jî negirt.”