Agirê Licê ku fermana wê bi pênûsa ji agir hat nivîsin, venemiriye

Agirê Licê ku fermana wê bi pênûsa ji agir hat nivîsin, venemiriye

Di der barê komkujiya Lîcê ku komkujiya herî bi xwîn ya di dîroka nêz de li Tirkiyeyê hatiye jiyîn de, bi sedan dosya li DMME’ê, Daniştay û Dadgehên Makeqnûnê tê dîtin.  Parêzerê mexdurên komkujiya Licê Hasîp Kaplan da zanîn ku komkujî aliyê hêzên dewletê ve hatiye kirin û got: “Demboriya komkujiya Licê hêj tije nebûye. Bi vê re pêvajoya cezayî didome. Divê ev dosya bên vekirin. Peywira hikûmetê ev ku ev hêj ku bi ber demboriyê neketiye, berpirsên wê derxîne holê.

Di wehşeta ku hat jiyîn de bi hezaran cînayet hatin kirin û zarok, jin û kal û pîr hatin qetilkirin. Agirê ket Licê, di dilan de wek êşek mezin cihê xwe girt.

Li Licê di 22’ê cotmeha 1993’an de  bi hinceta ku li dijî Fermandarê Cendermeyan a Herêma Amedê Tuggeneral Bahtiya Aydin suîkast pêk hatiye komkujiya pêk hat û 17 sivîl di komkujiya hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê re 20 sal derbas bû.  Li Licê çar rojan derketin û têketin hatin qedexekirin û ligel wendahiya can, nêzî 800 mal û kargehî zirar dîtin û hatin şewitandin û gulebarankirin. Piştî komkujiyê parêzer Fethî Gumuş ku serokê baroya Amedê yê berê bû û parêzeriya Liciyan dikir, destnîşan dike ku ev hejmar nêzî hezariye. Ev bûyera ku di dîroka nêz ya Tirkiyeyê de pêk hat, bi qasî ku trajediya herî bi xwîne, rastiyeke wisaye ku hemû berpirsên bûyerê bê ceza man.

Ev 20 sale hêj tu encam ji dozê derneketiye û ligel bi sedan serlêndanan, dosya  şandin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û gelek dosya jî hêj di pêvajoya hikûqî de ne. Tirkiyeya ku niha 4.1 trîlyon lîra tezmînat dide mexdurên xwe jî, kujer û berpirsen komkujiya Licê nedarizandiye û hesab jê nepirsiye.

Parêzer Fethî Gumuş der barê pêvajoya hiqûqî ya piştî komkujiyê de ji ANF’ê re axivî û got rayedarên Bayindirik û midûriyeta polîsan tespîta ku  di dema komkujiyê de nêz 800 xanî û kargeh hatine şewitandin, kirine û got: “Şaredariyê bi destura dadgehê tespîta xesarê kir. Li gorî vê 200 xanî û kargehên din jî derketin. Nêzî hezar tespîtên fermî hene. Di wê demê de me der barê 250 xanî û kargerî de serî li DMME’ê da. 29 dosya min şopand.

ÎSAL ME ÇEND SERLÊDANÊN DIN BO DMME’Ê KIR

Gumuş diyar kir ku piştî rêyên hiqûqa hundirî têk çûn şûnde bûyer birine DMME’ê û wiha got: “Me bi hezaran serlêdan birin DMME’ê. Beriya ku DMME biryarê bide li Tirkiyeyê ‘Qanûna Zirarên ku ji ber Terorê derketine ji holê bê rakirin’ ya hejmar 5233’ê hat derxistin û welatiyan serî li walitiyê da. Walitiyan jî di cih de tespît kirin û tazmînateke gelek kêm da. Yên ku qebûl nekirin serî li Dadgeha Îdarî dan. Piştî dadgehê biryara redê dayê, doz birin Danişta û Dadgeha Makeqanûnê. Niha der barê vê de li dadgehê Makeqanûn, Daniştay û DMME’ê serlêdan hene. “

ME DÎSA SERÎ LI DOZGERÊ DA

Gumuş bi lêv kir ku di meha adarê de  serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dane û got: “Ligel îfadeyên şahidên bûyerê, delîlên ma komkujiyê me bidestxistibûme da dozger. Me xwest ku der barê berpirsan de doz bê vekirin. Dozgeriyê jî îfadeya gelek kesan girt û tahkîkat didome.

DIVÊ DOSYAYÊ CEZAYÎ BÊN VEKIRIN

Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan ku piştî komkujiyê parêzeriya gelek malbatên mexdurê komkujiyê kir, diyar kir ku komkujî ji aliyê hêzên fermî yên dewletê ve pêk hatiye. Kaplan got di binpêkirin aman de dema demboriyê hêj tije nebûye û got: “Pêvajoya cezayî ya der barê vê de didome. Divê ev dosya bên vekirin. Destpêkê der barê binpêkirina mafên mulkiyetê de li DMME’ê 250 dosya hebûn. Ji ber ku ev pêvajo bi serkeftî encam bû tespîta xesara 750 karkeh û xaniyê hat kirin. Di wê demê de ji bo li DMME’ê mexduriyet bên rakirin em di nava hewldanan de bûn. Di encama vê de li Licê dozên di encama serlêdanan de hatin vekirin, di mijara ku tazmîna zirara welatiyan bê dayîn ku biryar hat dayîn. Di sala 1998-99’an de dema Bulent Ecevît serokwezîr bû qanûn hat derxistin. Ji bo mexduran riya serlêdanê hat vekirin.

Bi sala 250 welatiyê Lîcê ku di serî de bi cesaret serlêdan kirin, ev sererastkirina qanûnî çêbû. Di encama vê de 400 kesî serlêdan kir. Lê mafê mulkiyetê yê beşekê hat dayîn. Der barê binpêkirina mafê jiyanê de jî tu hiqûq pêk nehat.  Gelek kesî li dadgehê Ewropa û merciyên darazê doz vekir. Di wê pêvajoyê de serlêdan me kirin. Peywira hikûmetê ev bû ku van berpirsan derxînin holê.”

AKP PÊNÛMEYÊN ME RED KIRIN

Kaplan da zanîn ku wan der barê komkujiya Licê de gelek pêşnûme dane meclisê lê di vê mijarê de AKP’ê ev qebûl nekirine û red kirine. Kaplan got hê jî bi dehan pêşnûmeyên der barê cînayetên kiryar nediyar li parlamentoyê dimînin.

Komkujiya Licê ku 20 sal li pey xwe hişt,  di belgefîlma ku Veysî Polat amadekiriye de bi her aliyê tê nîşan dan. Belgefîlma ku vegotinên şahid, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan, siyasetmedar û leşkeran pêk tê, dê di meha mijdarê de galaya wê bê nîşandan.

BAYKAL Û CHP’Î NEGIRTIBÛN LICÊ

Roja ku komkujî pêk hat, serokê giştî yê CHP’ê Denîz Baykal, cigirê serokê giştî Erol Çevîkçî, parlamenter Uluç Gurkan, sekreterê gitşî Ertugrul Gunay, parlamenterê Dîlokê Mustafa Dogan, parlamenterê Îzmîrê Velî Aksyo û 5 parlamenterê din ku tevli civîna 7’emîn a herêmê ya partiya xwe ya Amedê bibûn xwestin biçin Licê. Lê rayedarên leşkeriyê li nêzî gundê Karazê pêşiya heyetê girt û nehiştin biçin navçeyê.  CHP’iyan israr kir.  Li ser vê Baykal bi wezîrê dewletê Necmettîn Gevgerî re hevdîtina telefonê kir û li ser vê dîsa ketin rê.  Lê dîsa di têketina Licê de heyet ji aliyê tîmên taybet ve hate vegerandin.