AGÎF: Operasyona li dijî ATÎK'ê çavtirsandin û gef e

AGÎF'ê nerazîbûn nîşanî operasyona polîsan a li hemberî ATÎK'ê da û got, "Em bi guman in ku guhertinên qanûnî ku qaşo li dijî DAIŞ'ê hatin kirin, li hemberî hêzên şoreşger, sosyalîst û antî faşîst hatibin kirin."

AGÎF (Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê), der heqê operasyonên polîsan ên li bajarê ELmanya Nurnberg û Swîsreyê li hemberî endam û rêveberên Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê li Ewropayê (ATÎK) hatin kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'GUHERTÎNÊN QANÛNÎ YÊN QAŞO LI DIJÎ DAIŞ'Ê NE, LI HEMBERÎ ŞOREŞGERAN TÊN BIKARANÎN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku terora polîsana li hemberî ATÎK'ê çavtirsandin û gefa li hêzên pêşverû, şoreşger, sosyalîst, antî faşîst, antî emperyalîst e û hat gotin, "Guhertinên qanûnî yên di bin navê 'qanûnên antî-terorê' yên emperyalîstên YE qaşo lid ijî DAIŞ'ê çêkirin, em bi fikar in ku di esasê xwe de li dijî hêzên şoreşger, sosyalîst û antî faşîst hatine derxistin."

Did axuyaniyê de operasyona polîsan hat şermezarkirin û hat xwestin ku şoreşgerên hatine binçavkirin tavilê serbest werin berdan.