‘Agar berpirsê windakirina xizmên me ye’
‘Agar berpirsê windakirina xizmên me ye’
‘Agar berpirsê windakirina xizmên me ye’
Dayîkên Şemiyê ku her hefteyê ji bo zelalkirina aqubeta xizmên xwe tên ba hev, di 423'emîn hefteya xwe cardin li ber Amadeyiya Galatasarayê li hev civiyan. Di çalakiya vê hefteyê de dayîkan aqubeta xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ên 21 sal beriya niha di bin çav de hatibûn windakirin, pirs kir. Dayîkan her wiha bertek nîşanê tehliyekirina Mehmet Agar jî dan û gotin: "Agar berpisyarê windakirina xizmên me ye. Ew sûcdarê mirovahiyê ye. Agar di wijdana mirovahiyê de hatiye mehkumkirin."
Dayîkên Şemiyê li Stenbolê ev 18 sale her rojên şemiyê ji bo zelalkirina aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin li ber Amadeyiya Galatasarayê tên ba hev. Di hefteya 423'emîn a çalakiyê de vê hefteyê jî dayîkan pankarta "Kiryar diyarin, winda li ku ne" vekirin û wêneyên xizmên xwe hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de dayîkan aqubeta xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaıman û Soner Gul ên di 5'ê Gulana 1992'an de di bin çav de hatibûn windakirin pirsî.
Di çalakiyê de hevjîna Nîhat Dogan ê di bin çav de hatiye windakirin, Helîme Aydogan axivî. Aydogan destnîşan kir ku, ev 18 sale ew ketine pey aqubeta windayan û wiha got: "Lê heta niha tu kesî hestiyên wan jî nîşanê me nedaye. Em tu tiştî naxwazin. Tênê pariyek hestî dixwazin." Birayê Hasan Ocak ê di bin çav de hatibû windakirin Alî Ocak jî li vir têkildarî tehliyekirina Mehmet Agar de axaftinek kir û wiha got: "Me gelek caran ji bo Agar baştir bê darizandin û hesaba kirinên xwe bide serlêdan kir. Lê ev daxwazên me hatin redkirin. Îro jî Agar bi destê dewletê hatiye paqijkirin."
Piştî axaftinan daxuyanî hat xwendin. Endama Komîsyona Li Dijî Windakirinên Di Bin Çavan De ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Meltem Selvî daxuyanî xwend. Selvî jî aqubeta Yaman û Gul pirsî û wiha domand: "Polîsê Tîmê Taybet ê berê Ayhan Çarkin ji xwe mikur hatibû û gotibû, 'Me her yekî guleyek berda serê wan û ew kuştin' Li gel vê şahidiyê jî ev 21 sale polîsên bersûç nehatin darizandin."
Piştî axaftinan Dayîkên Şemiyê ji bo hefteyek din cardin li hev bicivin ji qadê veqetiyan.