Nûnerê azadiya çapemeniyê ya AGÎT’ê Harlem Dêsira diyar kir wan li ser Ozgurlukçu Demokrasiyê fikarên xwe gihandine Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu. Dêsir bi daxuyaniyeke nivîskî got, ‘’Ez li ser radiwestim ku nûçegihan, ji ber xebatên pîşeyî divê bi terorîzmê neyên sûcdarkirin.’’
Dêsir her wiha got, ‘’Ez bang dikim ku xebatkarên medyayê û çapxaneyê werin berdan, dev ji sûcdariyên derbare wan biqerin û hurmetê bidin serxwebûna rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî.’’
17 saziyên ku di nav wan de Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), Yekîtiya Nivîskaran a Navnetewî (PEN Înternatîonal), Nûçegihahanên Sînornenas (RSF), Federasyona Nûçegihanan a Ewropa (RFJ), Artîcle 19 û Îndex on Censorshîp jî hene, li dijî operasyona li ser Ozgurlukçu Demokrasî helwest nîşan dan.