Ûlaş Bayraktaroglû, li Kadikoyê ji aliyê bihezaran ve hate bîranîn

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratî ya Sosyalîst (ESP) Ûlaş Bayraktaroglû ku li gel Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) li Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, li Kadikoyê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hate bibîranîn.

Di bîranîna Bayraktargolû bi dirûşa “Ji Geziyê heta Reqayê silav ji bo Ûlaş” hate oxirkirin de, soza bilindkirina ala têkoşînê ya enternasyonalîstan hêlayî bilind bikin da.

Şorşeger û endamê SDP’ê Ûlaş Bayraktaroglû yê ku ji bo rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê tevlî Pêngava Xezeba Firatê bibû û şehîd ket, li Kadikoyê ji aliyê hezaran kesî ve hate bîranîn. Bi hezaran kesên li pêşiya avahiya Partiya Şoreşgeran kom bibûn, wêneyên Bayraktaroglû hildan û ber bi Parka Mehemt Ayvalitaş ve ketin rê. Bavê Bayraktaroglû Recep Bayraktaroglû û dayika wî Melîke Bayraktaroglû, Parlemeterên HDP’ê Lezgîn Botan, Erdal Ataş, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollû, Seroka Gişît ya EHP’ê Sîbel Ûzûn, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Ahemt Kaya, Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî Ekrem Baş, Hevserokên SDGF’ê Ceren Çoban û Okan, Berdevkê Giştî yê Hewldana 78’an Celalettîn Can, li gel rêveberên HDP’ê, HDK’ê û ESP’ê, Alinterî, Eniya Azad, DODAP, BDSP, Qerase, EMEP, Partîzan, Halevlerî, Însyatîfa Xwendekaran, Yekîtiya Têkoşînê, Partiyên ODAK beşdarî bîranînê bûn. Di meşê de wêeneyên Ûlaş Bayraktaroglû hate bilindkirin de pankartên mezin ên li ser “Em kevokên ji agir ku li esîmanên dişewitin ti demê nerawestinin, ne li ti derê û li her derê ne. Ûlaş Bayraktaroglû bê mirine” û wêneyên şoreşgerên ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn li ser bûn hate vekirin; wêneyên Ûlaş Bayraktaroglû û alên sor hatin hildan.

Girseya ku li kolanên Bakirkoyê geriyan bi yek dengî dirûşmên mîna “Hevrê Ûlaş bê mirine”, “Şehîd namirin”, “Şehîdên Şoreşê bê mirinin”, “Silav silav ji fermandar re hezar silav”, “Kurdistan ji bo DAIŞ’ê wê bibe goristan”,” Bijî Berxwedana Rojava”, “Azadî hêza me, serkeftin sonda me”, “Ji Geziyê heta Reqayê silav ji bo Ûlaş”, “Emê diktatoriya faşîzmê di xwînê de bifetisînin”, “Rojava wê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” û “Mahîr, Huseyîn û Ûlaş heta rizgariyê şer” qîr kirin. Bîranîn li Parka Mehemt Ayvalitaş ji bo Ûlaş Bayraktaroglû û hemû şehîdên şoreşê yên cîhanê deqeyek rêz hate girtin.

Di bîranînê de Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollû û Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan axivîn.

Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollû got: “Niha fermandar û rêberê tevgera şoreşgerên li Tirkiyeyê ber bi bêdawîtiyê ve oxir dikin. Yên ku Ûlaş dinasin, her kes baş dizane, ew hevrêyê me yê têkoşînê bû, hevrêyê şer bû. Hevrê Ûlaş cihê xwe di dilê her yek ji me de kir, bû parçekey ji jiyana me. Carnan di çalakiyekê de, di meşek û li pişt bendekê de mil bi mil bûn. Ew fermandarê me û rêberê me bû.Em soz didin wî; em ala wî li erdê nahêlin, em ê şopdarên doza wî bin. Em ê hesabê ji faşîzma AKP’ê bixwazin, qesir, sereweriyê wî di serê wî de hilweşînin û xeyala Ûlaş bi cih bînin.

Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan jî wiha got: “Ji bo xwedî li Ûlaş derkevin yekan rêya wê ala wî ya têkoşînê ya li dijî mêtîngerî, faşîzim, cudakerî û nîjatperestiyê dewir bigirin. Şoreş nêzîk e, ti hêz nikare şoreş û karwanê di wê rêyê de dimeşin rawestîne. Em soz didin şehîdên xwe em ê vê kerwanî bigihînin cihê wê.”

Piştî axaftinan malbatên şehîdên şoreşê Ûlaş Bayraktaroglû, Azîz Guler, Mehmet Ayvalitaş, Mahîr Arpaçay, Yûsûfbaş Akay, Mûzaffer Kandemîr bi çepikan derketin pêşiya gel. Bavê Yûsûfbaş Akay Çenk Akay ê li ser navê malbatan axivî, spasiya girseyê kir. Akay got: “Êş bi berdewamî zêde dibe, wisa xuyaye ku wê hê zêdetir bibe. Lê bila ev baş bê zanîn ku di dawiya êşan de wê bihar were. Ûlaş li Rojava têkoşîna refa karkerên Tirkiyeyê bi têkoşîna netewa Kurd re kire yek. Ûlaş bû zarokê me, heval û rêberê me. Gorên zarokên me yên li Rojava şehîd ketine nîne. Bi îhtimalekî pir mezin jî wê qet nebe jî, lê tiştek nabe, ji ber ku gor û welatên şoreşgeran nîne; ji bo wan welat cihê ku lê têkoşîn dike ye. Gorên şoreşgeran di dilê gelan de ne.”

Aktivîteya bîranînê ya ku Koma Vardiya û Helbestvan Şenol Morglû helbestên li ser şoreşgeran gotin, bi dirûşma “Ji bo Şehîdan soza me şoreş e”