Şîban: Ji helîkopterê avêtin, leşkeran xwe avêtin ser me

Di rapora têkildarî avêtina 2 kesan a ji helîkopterê de Osman Şîban got, "Ji helîkopterê avêtin. 100-150 leşkerî xwe avêtin ser me."

Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik, têkildarî avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkoptera leşkerên Tirk a li navçeya Şaxê ya Wanê, bi civîneke çapemeniyê rapor eşkere kir.

Di destpêka raporê de derbarê bûyerê de agahî hatine parvekirin û rêbaza amadekirina raporê hatiye aşakerakin. Piştre jî hatiye destnîşan kirin ku Şik bi xwe çûye cihê bûyerê û xwestiye têkildarî bûyerê bi rayedarên dewletê re biaxive, lê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin.

Bi Osman Şîban ku ji helîkoterê hatiye avêtin re hevdîtin hatiye kirin û di raporê de ev hevdîtina ku bi Şiban re hatiye kirin cih digire. Şiban, di hevdîtina xwe de destnîşan dike ku bi Servet Tûrgût re li helîkopterê hatine siwarkirin û di helîkopterê de êşkenceyeke giran li wan hatiye kirin. Bi dewamÎ Şîban anî ziman ku ji helîkopterê hatiye avêtin û li ser zemîneke beton dikevin û piştî vê 100-150 leşker tên ser serê wan wan û êşkenceyê li wan dikin.