Şervanê YPG'ê Dean Evans ê Îngilîz hate bîranîn

Ji bo Dean Varls Evans ê li Minbicê şehîd bû, li Londonê civîneke bîranînê hate lidarxistin. Malbatê got, ew bi kurê xwe serbilind in.

Dean Carl Evans (Gîvara Rojava) ê Îngilîz, roja 21'ê Tîrmehê li Minbicê şehîd bûbû.

Evans li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarokê Harîngey ê Londonê hate bîranîn.

Bavê şehîd Kostas Scûrfîeld Chrîs Scûrfîeld, dayika şehîd Jac Holmes Angîe Blannîn, dostê 40 salan ê Kurdan aktîvîstê Îrlandayî Mark Campbell û dayika şehîd Mehmet Aksoy Zeynep Aksoy tevlî civîna bîranînê bûn. Pêşkêşiya merasîma bîranînê ji aliyê xwişka şehîd Mehmet Aksoy Gonca Aksoy ve hate kirin.

Malbatên şehîdan û Campbell di merasîmê de axivîn.

MALBAT: DI OXIRA NIRXÊN JÊ BAWER DIKIR DE JIYANA XWE JI DEST DA

Dayika Evans Tracey Howell diyar kir ku Evans di oxira nirxên ku jê bawer dikir de jiyana xwe ji dest da.

Howell got, "Hinek ji bo Dean dibêje, 'belasebep ciwantiya xwe feda kir'. Dixwazim vê yekê ji wan re bêjim; Dean di oxira nirxên jê bawer dikir de bi zanebûn tercîhek kir û çû Rojava ji bo şer bike. Wî zanîbû ku wê çi bê serê wî û tevî vê yekê biryar da. Dean ne tenê ji bo parastina Kurdan çû wê derê, ji bo parastina hemû nirxên mirovahiyê ji rêxistina herî barbar a cîhanê çû wê derê. Dean bi kesayetiya xwe ya wêrek, ji bo parastina me hemûyan bi lehengî şer kir û jiyana xwe ji dest da. Em malbata wî, xemgîn in, mirina Dean em gelekî êşand, lê em pê gelekî serbilind in. Dean da pey dilê xwe.

Xwedîderketina gelê Kurd a li wî em serbilind kir û desteka wan êşa me sivik kir. Her roj gelek Kurd bavê xwe, hevsera/ê xwe, zarok û hezkiriyên xwe ji dest didin. Mixabin ev di çapemeniya cîhana rojava de nabin nûçe jî. Bi vê wesîleyê bi hezkirin û rêzdariyê silavên xwe ji malbatên kesên li Rojava jiyana xwe ji dest dane dişînim."

Howell a kelogirî bû, di dawiya axaftina xwe de got, "Şehîd namirin."

Bavê Dean Steve Howell jî diyar kir ku kurê wî êşên gelê Kurd ji nedîtî ve nehat û da pey dilê xwe. Bav Howell destnîşan kir ku Dean ciwanekî bêhempa bû, di oxira nirxên jê bawer dikir de jiyana xwe ji dest da û ew pê serbilind in.

Di merasîma bîranînê de li ser Dean Evans û Şoreşa Rojava sînevîzyonek hate nîşandan.

Aktîvîst Mark Campbell jî got, ew bi Evans serbilind e û helbesteke ku li ser wî nivîsandî xwend.