Şert û mercên karantînayê nebaş in, nexweşan vedişêrin

Nexweşeke di karantînayê de ye anî ziman ku nexweşî ji wan jî tê veşartin û diyar kir ku şert û mercên karantînayê nebaş in. Doktor jî dibêjin hejmara nexweşan nayê eşkerekirin.

Gelek welat hewl didin xwe ji şewba Covîd-19 rizgar bikin û di vê têkoşînê de bi rengekî hesas nêzî daneyan dibin. Lê belê rewşa dawî ya nexweşan û nexweşiyê li Tirkiyeyê ne tenê ji raya giştî ji nexweşan jî tê veşartin. Jineke ciwan a ku li Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê ya Stenbolê di karantînayê de ye, diyar kir ku ew rojên destpêkê ji doktoran hîn nebû ku testa wê pozîtîf derketiye.

Nexweşê bi rêya peyamên telefonê ji me re qala pêvajoya nexweşiyê kir: "Piştî ku rewşa min li malê baş nebû û giran bûm, min bang li ambûlansê kir. Hemşîreyên ku kincê karantînayê li xwe kiribûn hatin û ez birin. Destpêkê ji min pirsî ku pêwendiya min bi derveyî welat çêbûye yan na. Lê canê min nesincirî bû û ji min re gotin, 'Ê ev ne korona ye' û îsa jî ez anîn Etfalê û maske danîn ser rûyê min. Li vê derê min xistin odeya şexsekî (odeya zarokan), li beşa nexweşiyên enfeksiyonê. Lê belê hem sterîlîzasyon hem jî cihê lê razanê nebaş bû. Destpêkê rûyê nivînê dan, ew jî bi zorê."

'JI ME RE NEGOTIN KU EM COVÎD-19 POZÎTÎF IN'

Jin a ciwan bi saya profesorekî di mijara vîrûsan de pispor e hîn bû ku nexweş. Doktoran sê rojên destpêkê jê re qala nexweşiyê nekirin, piştre neçar man rewşê qebûl bikin.

Heman nexweşê bal kişand ser pîvanên ecêb ên karantînaya li nexweşxaneyê: "Min av xwest. Ji min re gotin, 'Em nadin, ji marketê bixwaze'. Li marketê geriyam gotin, 'Em nikarin bînin, nahêlin em bikevin hundir'. Min ped ê jinan xwest, ew jî nedan. Yanî bi giştî tu bi tenê ye, kes nakeve hundir, tu nikare biçe, lê belê ji te re dibêje ku pêwîstiyên xwe ji derve peyda bike. Baş e, bi çi rengî peyda bikim? Ji xwe ez miroveke bi tenê dimînim, kesekî min li vir nîne. Ez çi bikim, ji tîna bimirin?"

Dema ku me jê pirsî, çawa nexweş ketiye, wê jî wiha got: "Ez bi mehan e bêkar im, derneketime derveyî taxa xwe. Gotina, mirovên ji derveyî welat hatin, ne rast e. Vîrûs zûdeyî li her deverê belav bûye."

'NEXWEŞ Û MIRÎ KÊM BIN, JI BER KU LI PEY SKORÊ NE'

Li ser hejmaran û pêkanînan gelek agahî belav dibin. Doktorekî anestezî bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin bi rêya peyamê wiha got:

"Dixwazin mijara mirina ji ber Covîd-19 binixumînin. Armanca wan ew e ku nîşan bidin, qaşo bi rengekî serketî têdikoşin. Li nexweşxaneyê test heye, lê belê di kontrola nexweşiyên enfeksiyonê de ye. Eger ew bixwazin dikarin test bikin."

Heman doktorî îdîayeke din bi rêya peyama hevalekî xwe yê doktor parve kir. Di peyamê de wiha tê gotin: "Nexweşê min ê bi vîrûsa Covîd-19 ketibû doh (roja Sêşemê) jiyana xwe ji dest da. Forûma Ragihandina Mirinê wê bê dagirtin lê belê gotin negatîf. Xizmên girtî derî şikandin. Kodên spî dan. Şaredariyê nexweş veşartiye, piştre em hîn bûn. Bêguman hejmara nexweş û miriyan gelekî têm tên eşkerekirin, ji ber ku li pey skorê ne."