Şehîdên meha Gulanê li Swêdê hatin bîranîn

Şehîdên Şoreşê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarên Stockholm û Orebro yên Swêdê hatin bîranîn.

Bîranîna li Stockholmê ji aliyê PJAK'ê, ya li Orebro jî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin. Di çalakiyan de li ber wêneyên şehîdên meha Gulanê find hatin vêxistin, gul û qurnefîl hatin danîn.

Di merasîmên bîranînê de, ku siyasetmedarên Kurd û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî lê amade bûn, li ser girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd axaftin hate kirin.

Qiserkan bibîr xistin, di serî de li Bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê hêzên mêtînger û nokerên wan êrîşên giran dibin ser gelê Kurd û bang li Kurdan û dostên wan kirin, ku li dijî van êrîşan bi hev re li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.

Qisekeran destnîşan kirin, ku divê neyê jibîrkirin; destketiyên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê di encama fedakariyan de hatin kirin. Hat ragihandin, rêya têkbirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê, xurtkirina têkoşşînê bi biryardariya şehîdên meha Gulanê ye.

Di merasîmên bîranînê de li ser têkoşîn û jiyaan şehîdên meha Gulanê sînevîzyon hate nîşandan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.