Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

Li Parîs, Montpellîer, Avîgnon, Brîghton û Zaandamê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.

Li Parîs, Montpellîer, Avîgnon, Brîghton û Zandamê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.

PARÎS

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, ji bo Ararat Cûdî, (Cansû Angay), Viyan Sarya (Dîlek Kizilgun), Zîlan Cûdî (Gamze Gungor) û Bager Karakale (Mehmet Karataş) ên di Meha Nîsanê de li Qereçox, Şengal, Rojava û Dersîmê şehîd bûn civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Drancy pêk hat û xizmên şehîdan û gelke Kurdistanî beşdar bûn.

Ji xizmên şehîdan Ferzende Aba li merasîmê axivî û got, "Di şexsê Ararat Cûdî de bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdan bi rêzdarî ditewînim. Em ê li dora nirxên wan ji me re hiştine hîn bi xurtî li hev bicivin û têkoşînê bidomînin."

Efe Tosûn jî di şexsê Bager Karakale de hemû şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi bîr anî zû diyar kir, Karakale ne şehîdê destpêkê ne jî yê dawiyê yê malbata Karakale ye. Tosûn dilsoziya xw eya bi bîranîn û berxwedana şehîdan anî ziman.

Li ser navê malbata Şehîd Viyan Sarya Nîhat Kizilgun peyivî û got, "Viyan Sarya ji bo têkoşîna xwe ya mafdar û bi rûmet, cihê xwe di nava têkoşîna nemiran de girt. Di şexsê Viyan Sarya de hemû şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim. Şehîd namirin."

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

MONTPELLÎER

Şehîdên Meha Gulanê li bajarên Montpellîer ê Fransayê bi civînekê hatin bîranîn. Civîn ji aliyê NCDK ve hate bîranîn û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Şenol Han li vir axivî, dilsoziya bi bîanîna şehîdan re anî ziman û Ûlaş Bayraktaroglû ku di Pêngava Reqayê de jiyana xwe ji dest da û endamên Konseya Leşkerî ya YJA Starê Nalîn Mûş û Hêlîn Dersîm bibîr anî.

Piştî axaftinê, Koma Roja Me stranên xwe pêşkêş kir û bîranîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

AVÎGNON

Bi heman armancê il bajarê Avîgnon ê Fransayê civîna gel hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Bişar Serhed axivî û got, "Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bîranîna wan bin."

Serhed piştre rewşa siyasî nirxand.

BRÎGTHON

Şehîdên Meha Gulanê li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê NCDK a Sûssexê ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser girîngiya Meha Gulanê di nava tevgera azadiyê ya Kurdistanê û tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de.

Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonekê li ser Şehîdên Meha Gulanê qediya.

ZAANDAM

Li bajarê Zaandam ê Hollandayê, NCDK ên Amsterdam û Zaandamê bi hev re merasîmeke bîranînê ji bo Şehîdên Meha Gulanê oganîze kirin. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî beşdarî bîranînê bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Kartal axivî û li dû bîranîna şehîdan, bal kişand ser siyaseta roja îro. Kartal diyar kir, destketiyên tevgera azadiyê ya Kurdistanê gelekî mezin in û ragihand, lê di heman demê de xeterî jî mezin bûne. 

Kartal destnîşan kir, ku ew di pêvajoya bicihhatina xewn û xeyalên şehîdan de ne û got, lazim e were zanîn êdî di pêvajoya fînalê de ne.

Piştî axaftina Kartal, sînevîzyon hate nîşandan û koma muzîkê ya herêmî hunera xwe pêşkêş kir.