Şehîdên komkujiya Enqereyê hatin bîranîn

Kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Kesên ku li Enqereyê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin li devera komkujiyê hatin bîranîn. Çalakî ji aliyê Komeleya Piştevaniyê û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê ve hate pêkanîn. Seroka Komeleyê Mehtap Sakîncî bang li her kesî kir ku ji bo xwedîderketina li bîranîna 103 mirovên hatin qetilkirin meha bê li Enqereyê li hev kom bibin. Sakîncî got, "Bi beşdariya pêkhateyên ked, aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê wê bibe çalakiya me ya herî mezin a bîranînê ya heta niha hatiye kirin."

Sakîncî her wiha bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê biryar wergirtiye lê belê tevî biryarê jî hîn bîrdariyek nehatiye amadekirin û nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Sakîncî destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe bidomînin.