Şehîdên enternasyonalîst li Berlînê hatin bîranîn

Enternasyonalîstên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di berxwedana dijî êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê de şehîd bûn li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê HDK Berlîn ve hate pêkanîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevberdevka HDK Berlîn Seher Yeter axivî û got, "Divê em di têkoşîna xwe de li bîranînên wan bibin xwedî. Ew ji bo me namirin û ji bo hêjayî wan bin divê em têkoşîna wan bidomînin."

Siyasetmedar Nabî Kirman jî got, "Dema ku xaka me, mafên me diparastin şehîd bûn. Min gelek hevalên ku şehîd bûn ji nêz ve nas dikir. Çûm Rojava û min ew nas kir. Min biryardariya wan dît."

Piştî axaftinan beşdaran di mijara "Piştgiriya enternasyonalîst ji bo Rojava" nêrînên xwe bi hev re parve kirin.