Di 8’ê Mijdarê de dema gel dewriyeya Tirk û Rûsyayê ya li Girkê Legê û Dêrikê protesto kiribû, dagirkeran êrîşî wan kiribû. Konvoya Tirkan pê li sivîlê bi navê Serxwebûn Alî kiribû û 5 kes jî birîndar bûbûn.
Serxwebûn Alî li Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk a Orebroyê hate bibîranîn.
Heval Hozan di bibîranînê de axivî û diyar kir ku Serxwebûn Alî û gelên herêmê hêzên dagirker protesto kirine û ev jî parçeyekî têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye.
Serxwebûn Sîvan ê ku apê şehîd e, wî jî diyar kir ku ew ji ber helwesta biraziyê xwe Serxwebûn Alî serbilind e û got ku “Ew şehîdê Kurdistanê ye. Ew ê ne pêşîn be û ne jî yê dawîn be.”