Şandeya TAJÊ bi Wezareta Koç û Koçberiyê re hevdîtin pêk anî

Şandeyek ji TAJÊ çû Bexdayê û bi Wezîra Koç û Koçberiyê ya Iraqê Îvan Faîk Cabiro re hevdîtin pêk anî.

Şandeyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya xebatên kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ de çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk Cabiro re hevdîtin pêk anî. 

Di hevdîtinê de mijarên wekî girtina kampên Êzidiyan ku hikûmeta Iraqê biryar dabû dê heta meha tîrmehê hemû kampên Êzidî lê ne bêne girtin, vegera Êzidiyan a Şengalê û alîkarî dayîna malbatan, êrîşên dewlet a Tirk a li ser Şengalê û bandora wê ya li ser Iraqê hatin nîqaşkirin.

Şandeya TAJÊ ji wezaretê xwest ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û tişta ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Wezaretê jî soza ku dê li ser mijarên ku nîqaş kirine raweste, da.

Piştî hevdîtinê şandeya TAJÊ vegeriya Şengalê.