Şandeya Îmraliyê: Di çareseriyê de wê Kurd bi rola herî bilind rabin

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku peyamên Rêber Apo ragihand rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê, piştî hevdîtina bi Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re daxuyanî da.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi du caran bi Rêber Apo re hevdîtin kir, li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê bi Serokê Herêma Federe Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.

Serokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da. Bayindir destnîşan kir di çareseriyê de rola herî mezin wê aktorên Kurd bilîzin û got: “Kedkarên çapemeniyê yên hêja, ez we birêzdarî silav dikim. Şandeya me îro bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Hêviyeke mezin hebû û hevdîtineke di nava xwişk-biratiyê de bû. Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re, di mijara pêşxistina pêvajoyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî seknekî erênî û neteweyî bûn, bibiryar bûn. Heke li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çareseriyek pêş bikeve, ev ji bo pêşeroja tevahiya Kurdan gelek girîng e. Pêdiviya gelê Kurd bi çareserî û aştiyê heye. Bendewariya tevahiya dînamîkên Kurdan ew e ku çareserî pêş bikeve. Di vê hevdîtinê de birêz Nêçîrvan Barzanî got ku ji bo çareserî û aştiyê dê piştgiriyeke mezin bide. Em ji gelê xwe re radigihînin ku weke sazî û dezgehên Kurdan em ê ji bo pêşketina aştî û çareseriyê di nava hewldanan de bin. Em ji ber piştevaniya Nêçîrvan Barzanî gelek keyfxweş in. Em spasiya wî dikin.”