Îran û Tirkiyeyê li ser 'dîwar' li hev kirin!

Tirkiye û Îran, ku di her firsendê de hewl didin serdestiya xwe li ser hev ferz dikin, tenê di mijarekê de hemfikir in. Ew jî; dijminatiya li Kurdan e. Îranê piştgirî da projeya Tirkiyeyê ya lêkirina dîwar li ser sînorê Rojhilat.

Dîwarê ku Tirkiye li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê lê bike, 'kêf'a Îranê anî. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî di civîna çapemeniyê de axivî û li ser pirsa têkildarî rewşa dîwarê li ser sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve bê lêkirin got, "Em her hewldaneke ku ewlekarî û aramiya li ser sînor zêde bike, erênî dibînin. Ewlekariya sînor hem ji bo Îranê hem jî ji bo Tirkiyeyê girîng e."

Qasimî diyar kir, Tirkiyeyê ji bo lêkirina dîwêr destûr ji wan girtine û got, dîwar wê li aliyê Tirkiyeyê bê lêkirin. Tirkiyeyê, dîwarê li ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyeyê lêkiribû, di nava axa Rojava de lêkiribû.

Di qonaxa yekemîn a projeya lêkirina dîwar de dewleta Tirk wê li ser sînorê Îdir û Agiriyê bi 140 kîlometreyan dîwar lê bike.

Dewleta Tirk beriya niha bi 700 kîlometreyî dîwar li ser sînorê Rojava lê kiribû.