Însiyatîfa Zarokên Agir pênc kargeh û du wesayit şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku sê jê febrîqe bi giştî pênc kargeh û 2 wesayitên "faşîstan" şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Mûgla, Bûrsa, Duzce, Dîlok, Denîzlî û Îzmîrê gelek milkên 'faşîstan' şewitandine.

Li gorî daxuyaniyê;

19'ê Cotmehê li navçeya Acipayam a Denîzliyê depoyeke lastîkên Petlasê ya "dijminên Kurdan" û li Seferîhîsar û Konak ên Îzmîrê du wesayitên 'MHP'iyan' hatine şewitandin.

18'ê Cotmehê li navçeya Înegol a Bûrsayê febrîqeya aksesûar û malzemeyê mobîlyayê ya ÎNKA ya 'AKP'iyan' hate şewitandin.

17'ê Cotmehê li navçeya Fethiye ya Mûglayê kargeha ku berhemên plastîk a li hala Fethiye ku ya 'Bîlal Erdogan ê faşîst e', li Duzceyê febrîqeya hilberîna enerjiyê ya li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Yekemîn a 'MHP'iyan, li Dîlokê febrîqeya ta ya "Çeteyên AKP'yî' hate şewitandin.