Însiyatîfa Zarokên Agir 2 febrîqe şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 2 febrîqe, dikanek û wesayiteke 'faşîstan' şewitandine.

Însiyatîfê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya 'pêngava têkbirinê' de ya ku beriya demekê dane destpêkirin, li Stenbol, Denîzlî, Antalya û Kastamonûyê gelek milk şewitandine.

Li gorî daxuyaniye;

22'ê Îlonê li Şîle ya Stenbolê febrîqeya Koma Alkan a malzemeyên elektrîkê çêdikir, hate şewitandin.

21'ê Îlonê li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê febrîqeya O.G. yê 'dijminê Kurdan' hate şewitandin.

21'ê Îlonê li navçeya Manavgatê ya Antalyayê dikaneke lastîkê ya M.O. yê "faşîst" hate şewitandin û xisarek ji 100 hezar TL'yî lê bû.

21'ê Îlonê li navçeya Daday a Kastamonûyê wesayiteke 'kesekî faşîst' hate şewitandin.