Înîsiyatîfa Zarokên Agir gelek der şewitand

Înîsiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan santraleke enerjiyê, sê wesayît û du kargeh şewitandine.

Înîsiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Em ji tu kesî edalet û azadiyê naxwazin. Em ê ji faşîstan hesap bixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê Înîsiyatîfa Zarokên Agir di 18’ê Gulanê de li Çaya Afyonkarahîsarê santrala enerjiyê ya Biyokutle, di 17’ê Gulanê de li Menemena Îzmîrê du wesayîtên faşîstan, li Îzmîrê mînîbuseke kesekî faşîst, li Eregliya Zongûldakê mixazeyeke AKP’yiyan û li Înegola Bûrsayê jî dikana firotina sîngerê ya AKP’yiyan şewitandine.