Înîsîyatîfa Zarokên Agir cihên AKP’yiyan şewitandin

Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Edene û Bûrsayê hin kargehên AKP’yiyan şewitandin.

Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin ku wan li Edene û Bûrsayê hin karxane û cihên AKP’yiyan şewitandine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 21’ê Gulana 2020’an de li ser rêya Edene û Kozanê me du kamyonên kayê şewitand. Bi vê şewatê re me xisareke maddî da piştgirên faşîst ên AKP’ê.

Di 22’ê Gulana 2020’an de li Taxa Dûmlûpinar a Demîrtaşa Bûrsayê me fabrîkeya xurekên ji ard şewitand. Li fabrîkeyê xisarekeke mezin a maddî çêbû.”