Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re: Divê her kes helwest nîşan bide

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re wiha got: “Em cezayên ku di Doza Kobanê de ji girtiyan re hatî dayîn, qebûl nakin. Em bang li her kesê dikin ku helwest nîşan bidin.”

ÎNÎSIYATÎFA PIŞTEVANIYA BI FÎGEN YUKSEKDAG RE

Piştî ku Doza Kobanê bi encam bû, Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Fîgen Yuksekdag re hat avakirin.

Înîsiyatîfê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di Doza Kûmpasê ya Kobanê de biryar hat dayîn û cezayên giran li girtiyan hate birîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Girtiyên Doza Kobanê ji ber ku di Cotmeha 2014’an de li Kobanê di berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê de berpirsyariyên xwe bi cih anîn, li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ji bo demokrasî û azadiya gelan rabûn ser piyan û ji bo gelên Kobanê banga piştevaniyê kirin, tên cezakirin. Ewane weke mirovî û siyasetmedaran berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anîn.

Di wan rojên zehmet ên ku gelên Kobanê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê li ber xwe didan de, dilê hemû mirovahiya pêşverû û demokratîk bi rîtma berxwedanê ya Kobanê re lêdixist. Vê rîtîmê li seranserî cîhanê bi sed hezaran mirov ji bo azadiya gelan, li dijî DAÎŞ’ê xist nava liv û tevgerê. DAÎŞ’ê li Kobanê sûcên dermirovî yên ku mîna wê nehatî dîtin, pêk dianî. DAÎŞ li Kobanê têk çû. Doza Kobanê ya ku bi saîqên siyasî tejî ye û ne li gorî ti hêmana hiqûqê ye, kêfiyeta rejîma Erdogan nîşan dide. Vê dozê car din nîşan daye ku hiqûqa li Tirkiyeyê, amûra desthilatdariya siyasî ye.

Doza Kobanê li dijî azadiya gelan, demokrasî û edaletê, wekheviya jinan, bi kurtasî hemû nirxên ku HDP diparêze, êrîşek e. Em cezayê ku li girtiyên di Doza Kobanê de hatin girtin, qebûl nakin û dixwazin ku demildest bên berdan. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê bêedaletiyê, helwest nîşan bidin.

Ev doz bi eşkerekirina biryarê re, bi dawî nebûye. Gel wê hîn jî çerxa dîrokê bizivirînin.

Mîna ku Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku di dozê de cezayê girtîgehê yê ji bo 10 salan lê hate birîn, aniye ziman; berxwedêr wê gotina dawiyê bêjin, duh jî îro jî.”