Înîsiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi kampanyayê kir

Înîsiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz ku li dijî Komploya Navneteweyî daxuyanî da, wiha got: ‘’Ji bo pêşerojeke demokratîk, azad û bi aştiyane Azadî ji bo Ocalan!’’

Înîsiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz, di salvegera Komploya Navneteweyî de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê di şexsê Rêber Apo de dîlgirtin û tunekirina PKK’ê û Tevgera Azadiyê ya Kurdan hat armanckirin. Astengiya herî mezin a li ber hêzên hegemon ên niha ku hesabê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dikin, Tevgera Azadiya Gela Kurd a afirînera jiyana nû û Rêber Apo ye ku jêderka xwe jê digire.

Rêber Apo, wê wek dijminê herî mezin ê Modernîteya Kapîtalîst bihata ragihandin û wê bi hevkariya dewletên ku neyarên hev in jî dîl bihata girtin û tunekirin. PKK, wê bi vî awayî parçe bi parçe bibûya û belav bibûya û wê mayîna Rojhilata Navîn di nav tariyê de berdewam bibûya. Lê bi awayê ku dixwestin nebû.

Rêber Apo, wê Girava Îmraliyê bikira platforma xerakirina lîstikê, analîza komployê bikira û wê paradîgmaya xwe ya nû ji cîhanê re bikira diyarî. Wê jinên ku ji şaristaniyên berê ve hatine xistin rakira pêyan û bibûya hevrêyê wan û şervanê herî mezin. Nirxên ku ava kiribûn wê wek ‘’Jin, jiyan, azadî’’ li kolanên Îranê belav biban û axa li peravê Firatê ku hikum lê kiriye, wê mîlîtanên kesekê li peravên Firatê hatiye dinê azad bikirana.

Radestiya li Şengalê ku dijî van hemû nirx û mîrateyê derketiye holê, li qadên gerîla veguheriye xiyanet û hevkariyeke eşkere. Ên ku bi gerîla nikarin, di bin siya ala PDK’ê de bi bikaranîna rêyên herî nemerdane, bi jehrîkirina bi çekên kîmyewî xwîna şervanên azadiyê yên Kurd dirijînin. Ên ku ji bo sûcên şer ên li dijî gerîla tên kirin tu gotinekê nakin, ziman dirêjê berxwedana ciwanên Kurd ku bi ruhekî fedaî mezin kirin, dikin.

Rêber Apo li dijî tecrîda herî mezin a di dîrokê de li ber xwe dide û mîlîtanên xwe, di demeke wiha ku fedaîtiyê jî didin ber pirsan de, wê bi avakirina ‘Jiyana Nû’ bersivê bidin dost û dijminan.

Komploya navneteweyî, bi derbeyeke mezin a dawîn a bi ruhê qedîm ê Zapê li hegemonyayê bê xistin û ji holê bê rakirin. Kurdistana Demokratîk, wek hêza pêşeng a Rojhilata Demokratîk û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan li hemû cîhanê ava bibe. Em pê bawer in û ji wê boneyê dixebitin. ‘Tovên Jiyana Nû di serî de li dilê gelên Rojhilata Navîn hat reşandin û li wir zîl didin’.”

WÊ LI SER MEDYAYA DÎJÎTAL ÇALAKÎ BÊ LIDARXISTIN

Di daxuyaniyê de ev peyam jî hatin ragihandin:

‘’Em jî wek Înîsiyatîfa Ciwanên Azadîxwaz, di êvara vê roja bi nalet de, bi moralê ku dirûşmeya ‘Dem dema azadiyê ye, werin cenga azadiyê’ dide mirov, 8’ê Cotmehê ji bo lidarxistina saet di 20.00’an de hem li kuçeyan hem jî li ser medyaya dîjîtal jî li dijî Komploya Navneteweyî em çalakiyeke mezin organîze dikin. Em dest bi vê çalakiya xwe dikin.

Di serî de ciwan û jinên Kurd, em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn û saziyên xwe yên demokratîk-welatparêz û dostên xwe dikin ku piştgiriya vê çalakiya me bikin û Komploya Navneteweyî şermezar bikin.

Ji bo pêşerojeke demokratîk û azad, azadî ji bo Ocalan!’’