Înîsîyatîfa Aşitiya Civakî wê bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtinekê pêk bîne
Înîsîyatîfa Aşitiya Civakî wê bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û hevserokên DEM Partiyê re hevdîtinekê pêk bîne.
Înîsîyatîfa Aşitiya Civakî wê bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û hevserokên DEM Partiyê re hevdîtinekê pêk bîne.
Banga bi navê ‘’Ji bo me hemûyan Aşitî û Demokrasî’’ ji aliyê 1045 kesan ve hate îmzekirin ku li Stenbolê ji aliyê komeke wêjenas, siyasetmedar û akademisyanan ve bi raya giştî re hate parvekirin. Yekem îmzevanên bangê dan zanîn ku ew ê hewla xwe di bin navê ‘’ Înîsîyatîfa Aşitiya Civakî’’ de bi rê ve bibin.
Ji îmzevanan 12 kes wê di 22’yê Çileyê de wê bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û hevserokên DEM Partiyê re hevdîtinekê pêk bînin. Heyetê ji Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş jî randevû xwest.
Daxuyaniya Înîsîyatîfa Aşitiya Civakî bi vî rengî ye:
‘’Banga bi navê‘ ’Ji bo me hemûyan Aşitî û Demokrasî’’ ya di 14’ê Kanûna 2024’an de li Stenbolê ji aliyê wêjenas, siyasetmedar û akademîsyenan ve bi 40 îmzeyan ji raya giştî re hate parvekirin, ji aliyê 1045 kesên ji beşên civakê yên cuda ve hate îmzekirin. Em weke yekem îmzevanên bangê, ji bo jiholêrakirina metirsiyên têkildarî pêvajoyê, dabînkirina zelaliyê û ji bo feydeya civakê girêdayî banga xwe dixwazin hewlên xwe di bin navê ‘’Înîsîyatîfa Aşitiya Civakî’’ bi rê ve bibin.
Yek ji van pêngavan ya yekem wê bibe hevdîtina bi Heyeta Aşitiyê ya DEM Partiyê û hevserokên wê re ya di 22’yê Çileyê de. Ji Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş jî randevû hate xwestin. Ji bo ji daxwaza aşitî û demokrasiyê re piştgiriya civakî were zêdekirin û belavkirin wê bi saziyên civakî re jî hevdîtin werin kirin.
Ji îmzevanan Prof. Ahmet Haşîm Kose, Parlamenterê serdema 23’yemîn Akin Bîrdal, wêjenas Ayşegul Devecîoglû, Prof. Baskin Oran, Prof. Fatma Gok, Parlamentera serdema 25-26-27’emîn Fîlîz Kerestecîoglû, Doçent Dr. Fîkret Başkaya, Parlamenterê serdema 24’emîn Kamîl Ateşogûllari, Parlamenterê serdema 24’emîn û Dadgerê AÎHM’ê yê berê Riza Turmen, Prof. Şebnem Ogûz, Prof. Yakin Erturk û Prof. Yasemîn Ozgun wê beşdarî hevdîtina ku wê di 22’yê Çileyê di saet 15.00’an de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bê lidarxistin, bibin. ‘’