Îmam Şîş: Ez ê berxwedana xwe bidomînim

Îmam Şîş ku ji bo bidawîbûna tecrîdê 142 roj in di greva birçîbûnê de ye got, heta ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe wê dawî li çalakiya xwe nîne.

Îmam Şîş ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Newport ê Gallerê 142 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo hevdîtina doh a parêzeran bi Ocalan re got; gaveke gelekî mezin û serketî ye, lê belê heta ku neyê ragihandin ku tecrîd bi tevahî hatiye rakirin û bi qanûnan hatiye ewlekirin, wê berxwedana xwe ya greva birçîbûnê bidomîne.

Di daxuyaniya Îmam Şîş de hate gotin, "Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên ji 7'ê Mijdarê ve bi pêşengiya hevrê Leyla Guven didomin, îro serketineke mezin bi dest xistine. Rêbertî piştî 8 salan yekemcar 2'ê Gulanê parêzerên xwe dît. Li gorî agahiyan, xuya ye tecrîda bêhiqûqî ya li ser Rêber Apo bi temamî ranebûye, lê belê polîtîkaya faşîzan a dewleta Tirk a li ser Îmraliyê ji têk çûye. Faşîzmê bi vê berxwedanê re derbeke mezin xwar û careke din ji binî ve hejiya.

Tevî van hemûyan; di serî de hevrêyên li zindanan di rojiya mirinê de ne, di çarçoveya girêdana xwe ya bi hevalên berxwedêr hemûyan re; daxuyaniya ji zindanan hate dayin mafdar dibînim, qebûl dikim û dibêjim; heta ku neyê eşkerekirin ku tecrîd bi temamî bi dawî bûye û bi rengekî qanûnî hatiye ewlekirin, ez ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînim.

DOR HATIYE AZADIYA RÊBER APO

Hevalên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Mahsûm Pamay, Yonca Akinci, Sîraç Yuksel, Zehra Saglam û Medya Çinar ku ji bo berxwedanên greva birçîbûnê bigihêjin vê serketinê bi çalakiyên xwe yên fedayî yên dîrokî dest li pêvajoyê werdan, bi hezkirin, hesret û minet bi bîr tînim. Di şexsê wan de şehîdên leheng hemûyan bi bîr tînim û em soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin.

Her wiha di serî de Leyla Guven a ku dest bi vê berxwedanê kir, berxwedêrên li zindanan hemûyan, hevrêyên li her qadê li ber xwe didin, dayikên me yên li dijî êrîşan li ber xwe didin, gelê me û dostên me bi rêzdarî silav dikim û diyar dikim, ji ber ku bi wan re di nava heman berxwedanê de me ez serbilind im.

Di pêvajoya vê çalakiyê de hin hêz û derdorên bûne êsîrê koledariyê, hem bêdeng man hem jî li çalakgerên ji bo armanca pîroz a azadiyê li ber xwe didin, pirsîn. Vê helwesta wan şermezar dikim û bang li wan dikim ku helwesteke rast nîşan bidin û xwe nêzî têkoşîna azadiyê bikin. Ji bo ti tiştî dereng nîne. Niha dema dema azadiya Rêbertî û Kurdistanê ye. Dem hatiye ku faşîzma AKP-MHP'ê ku bi hilbijartinên xwecihî re derizî, bi temamî hilweşînin.

TÊKOŞÎNÊ BÊHTIR MEZIN BIKIN

Ji bo me gelê Kurd, her kêliya ku Rêber Apo li zindana Îmraliyê ye, her kêliy aku Rêbertî li gund û bajarên kurdistanê bi rengekî azad ne di nava gel de ye, her roja bêyî dengê wî derbas dibe tecrîd e. Divê ji bo her kesî şerma herî mezin be ku bêyî parçekirina zindana Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li şûna xwe rûnê, lê temaşe bike û çerxa modernîteya kapîtalîst bigerîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê ew pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin xala bingehîn a têkoşîna xwe.

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin ku ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk û azad, ji bo dinyayeke wekhev her kes bi erka xwe ya mirovahiyê tevbigere, dawî li tecrîdê bîne û têkoşînê geş bike.