ÎHD: Sala 2019’an herî kêm li 61 kesan sîxûrtî hate ferzkirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora bûyerên zext û gefan, revandin û ferzkirina sîxûrtî ya sala 2019’an eşkere kir. Li gorî vê di nava salekê de li 61 kesan sîxûrtî hate ferzkirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), rapora xwe ya taybet a derbarê bûyerên bi zext û gefan îfade girtinê, sohbet û hevdîtin kirinê, revandin û kirina sîxûrtiyê yên di sala 2019’an hatin jiyîn de, ji raya giştî re eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku 8 kesan li Navenda Giştî, 36 kesan li Şaxa Stenbolê, 8 kesan li Şaxa Amedê, 8 kesan li Şaxa Îzmîrê, 5 kesan Şaxa Enqerê, kesekê li Şaxa Meletiyê, 5 kesan li Şaxa Êlihê, bi giştî 71 kesan bi heman hincetan serî li ÎHD’ê dane.

‘LI 61 KESAN SÎXÛRTÎ HATE FERZKIRIN’

ÎHD’ê di rapora xwe de bal kişand ser rêbazên ferzkirina sîxrûtiyê jî û wiha pêde çû: “13 kes hatin revandin, rastî gehan hatin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin. Ev kes girtekên wan ên fermî nehatine girtin û hema wisan hatine berdan. 61 kes jî, li cihên cuda sîxûrtî ferzî wan hatine kirin û gef li wan hatine xwarin. 5 kes jî dema girtîbûne, dozger an jî rayedarên ewlekariyê çûne gel wan û sixûrtî ferzî wan kirine. Ev bûyerên wiha pir zêde, lê mexdûr ditirsin ku serî li dozger û ÎHD’ê bidin.”

Di beşa encam û pêşniyaran a raporê de wiha hat gotin:

“ * Divê dozger ji bûyerên wek tehdît, heqaret, êşkence, kes ji azadiya wî/wê bêpar hiştin, wezîfeya xwe baş bikar neaniye û revandin û sîxûrkirinê re bêdeng nemîne. Divê bi awayek bandor lêpirsînê bide destpêkirin.

* Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM’ê (Meclîsa Gel a Bilind ya Tirkiyeyê) ji bo kontrolkirina polîs û leşkeran divê komîyonek jêr xwe ava bike û serlêdanan binirxîne.

* Lazime Komîsyona Çavdêrkirina Polîsan-Leşkeran têkildarî binpêkirina mafên mirovan xebatên bi bandor birêve bibe.

* Komîsyona Îstîxbaratê û Ewlehiyê ya TBMM’ê pêwîste komîsyone bin xwe ava bike û di mijara xebatên dijqanûnî yên rêxistinên îstîhbaratê lêkolînan bike.”