ÎHD’ê hişyarî da: Jiyana girtî Balaban di metirsiyê de ye!

Li Tekîrdagê êşkence li girtiyê Kurd Mehmet Balaban tê kirin. ÎHD’ê ragihand ku jiyana Balaban dibin metirsiyê de ye.

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê têkildarî rewşa girtî Mehmet Balaban ê li Girtîgeha Jimara 2’an Tîpa T a Tekîrdagê dimîne civîna çapemeniyê li dar xist. Komîsyonê bal kişand rewşa Balaban ê bi boneya Kurd e û îdareya girtîgehê û girtiyên adlî muameleya xerab û êşkence lê dikin. Balaban li dijî zextan devê xwe dirût û ji 31’ê Çile ve di greva birçîbûnê de ye.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), xwişka Balaban, Habîbe Balaban û gelek kes beşdarî civînê bûn. Pankarta “Dawî li êşkence û nijadperestiya li ser Balaban bînin” daliqandin.

Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Mehmet Acetîn di destpêkê de axaftinek kurt kir û got: “Mehmet Balaban ji ber Kurd e, gardiyan û heyeta îdareya girtîgehê êşkence lê kirine û nijadperestiyê pêk anîne. Ji ber vê yekê jî jiyana wî di bin gefan de ye.”

Xwişka Balaban, Habîbe Balaban jî derbarê rewşa birayê xwe de wiha got: “Me di 3’ê Îlonê de pê re hevdîtin kir. Li gel wî 10 gardiyan hebûn. Li ser bedena wî şopên êşkenceyê hebûn. Qirika wî birîndar kiribûn. Ne rehet bû. Şopa jopan li ser bedena wî hebûn. Min got çi bûye ji te birayê min. Wî jî got ’20 gardiyanan êrîşî min kirin.’ Êşkence li birayê min kirine. Sedemê vê êşkenceyê jî ew e ku ji ber birayê min Kurd e. Ji ber ku rûmeta xwe parastiye. Ew her tim li dijî êşkenceya li ser girtiyên din jî tê kirin derdikeve. Ji ber ku di şûna hevalê xwe de fatûreya ceryanê ji ber hevalê xwe ve razandiye gardiyanan êşkence lê kiriye.”

Endamê OHD’ê parêzer Firat Vural da zanîn ku êşkenceya li Mehmet Balaban tê kirin pirr cuda ye û got: “Bûyer û îdareya girtîgehê ji girtîgehên din pirr cudattir e. Dema em diçin girtîgehê rayedar hevdîtin bi me re nakin. Her cara ku em diçin dibêjin îdare di civînê de ye. Daxwaza me ya hevdîtinê red dikin. Min herî dawî di 13’ê Îlonê de hevdîtin pê re kir. Dibêje heta ev pêkanîn bi dawî nebin wê çalakiya greva birçîbûnê dewam bike. 17 sal in di girtîgehan de ye. Li girtîgehên din jî maye. Dibêje ku li Girtîgeha Boluyê jî van pêkanînan dianîn serê wan. Dibêje ku girtiyên ji DAÎŞ’ê jî di dixistin qawîşên wan. Evrakên xwe nîşanî me da. Di îfadeyek ku hatiye dayîn de me dît ku kesek êrîşî Balaban kiriye sempatîzanê DAÎŞ’ê ye.”