Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Ewlekariya Bilind ên Hejmar 1 û 2 yên Sîncanê (YGC) li avahiya şaxê civîna çapemeniyê pêk anî. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û gelek parazvanên mafan beşdarî çalakiyê bûn.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku ji sala 2021'an û vir ve li girtîgehên YGC û Tîpa S'ê şert û mercên giran ên tecrîdê û bi hezaran binpêkirinên mafan pêk tên.
Çevîrmen, destnîşan kir ku girtiyên li YGC’ê yên Hejmar 1 û 2 yên Sîncanê rastî binpêkirina mafan tên û hemû serlêdan jî bê encam mane.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ, TECRÎD Û ÊŞKENCE…
Çevîrmen binpêkirinên mafan ên girtiyan wiha rêz kir:
“* Nedîm Ozturk ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin ev 128 roj in di greva birçîbûnê de ye. Di hevdîtina 28’ê Tebaxê ya bi parêzeran de da zanîn ku mercên girtîgehê bi temamî li ser bingeha tecrîdê hatiye avakirin û ew van girtîgehan weke gor binav dike. Ozturk, got ku ji ber vê sedemê naxwaze di gorê de bimre, rojê tenê saetekê derdikeve hewadariyê, televîzyona li hucreya wî hatiye desteserkirin, ev der hucre ye û rêveberî jî vê qebûl dike, doşek, daşir, serşok û mitbax tê de heye û 12 metrekare ye, cihê hewadariyê yê hucreyê nîne, li dora cihên hewadariyê dîwarên bilind hene, bêpac in û li her du aliyên wê kamera hene û her tim tên şopandin, paceyeke hewadariyê heye û ew pace jî tenê li hundir vedibe, ji bo ku memûrên girtîgehê me bişopînin hatiye çêkirin û niha wan dibin 2 cihên hewadariyê. Daxwazên Nedîm Ozturk hatin qebûlkirin û di roja 139’emîn a greva birçîbûnê de sewqî nexweşxaneyeke din a di hundirê kampûsê de hate kirin.
*Huseyîn Karaoglan di greva birçîbûnê de ye û li ser serlêdana malbata wî, parêzeran di 13’ê Îlonê de pê re hevdîtin kirin. Li gorî îfadeyan; Karaoglan di 11’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Dema hewadariyê saetek û nîv e. Nahêlin mafê xwe yê sihbetê bi kar bîne. Xwest cihê wî were guherandin lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Di mijara nameyan di postaya hundir de pirsgirêk hene û dema serlêdanan dikin jî Dadgeha Cezayên Giran bi leha wan biryarê dide lê bi vê biryara dadgehê nayê kirin. Careke din îtîraz kirine û dosya niha li dadgeriya înfazê ye. Cil û bergên xwe di nava hucreyê de dihilayîse û wisa ziwa dike. 6-7 kîloyên cil û bergan bi 20 kîreyan dide şûştin.
*Bager Sayak jî li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Di 13’ê Îlonê de bi rêya parêzer pirsgirêkên dijî parve kir. Li gorî îfadeyên wî; pirtûkên wî yên bi Kurdî nayên dayîn û sazî jê re dibêje; ‘heke pereyê wergêr were dayîn û piştî kontrola lijneyê dikare bên dayîn.’ Bi komên ji sûcên cuda re tê ragirtin. Dema li pêşiya pacê bi Kurdî diaxive, girtiyên edlî gotinên nîjadperest dikin û heqaretan dikin. Radyo, rojnameyên muxalîf û kovar nayên dayîn. Sedema nedayîna radyoyê jî weke ‘ji ber ku anten metal e, dê weke şîşê were bikaranîn û ji ber ewlehiyê nayê dayîn’ nîşan didin. Her carê name tên desteserkirin, sansûr heye, ji bo peyvên bi xweşiya wan naçin jî îdiaya ‘peyva rêxistinê’ tê kirin û nayên şandin. Bi boneya salvegera 15’ê Tebaxê li gel çendek hevrêyên xwe govend gerandiye û stran gotiye û ji ber vê sedemê derheqê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Çevîrmen, anî ziman ku tiştên girtî li girtîgehên bi ewlekariya bilind dijîn di hiqûqê de nînin û axaftina xwe wiha qedand: “Sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, bandoreke pir neyînî yê ruhî û fîzîkî li ser girtiyan dike, rê li ber mexdûriyetên jêneveger diafirîne. Mimkin nîne ku sepana tecrîdê girêdayî armanca cezayê hefsê bikin û tu eleqeya wê bi hiqûqê ve nîne. Sepanên behsa xeberê bi madeyên 17/1 ên Destûra Bingehîn hatine mîsogerkirin. Sepanên heyî tenê dikare bi têgehên miameleya xerab û êşkenceyê ya bi demê re hatiye vehêlandin were pênasekirin.”