ÎHD: Bila Korkmazê bi awayekî qismî felc bûye serbest were berdan

ÎHD’ê diyar kir ku girtiyê nexweşê giran Ozal Korkmaz tevî rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan û xwest Korkmazê bi awayek qismî felc bûye demildest were berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi awayekî online civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek ê daxuyanî da, bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Îzmîrê nêzî 11 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û xwest rayedar guhê xwe bidin daxwazên girtiyan. Çîçek di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewş girtiyê nexweşê giran Ozal Korkmaz.

Çîçek bi lêv kir ku Korkmaz ê di sala 1988’an de li navçeya Qelqeliya Wanê hatiye ser dine, di sala 2016’an de hatiye girtin, li Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê maye û wiha got: “Dema di pêvajoya Kobanê de alîkarî ji gelê wir re dibir, birîndar bûye. Li Pirsûs, Riha û Wanê hatiye dermankirin, dema dihat dermankirin polîsan girtek girtine û tu kirariyên din nekirine. Piştî sal û nîvan hatiye girtin.”

NEXWEŞIYÊN WÎ

Çîçek, derbarê nexweşiyên Korkmaz de jî ev agahî parve kirin: “Bi awayekî qismî felc bûye. Nikare tena sere xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Nikare xwarinê bixwe, tenê dikare qismekî fêkî û zebzeyan bixwe. Nikare li ser kursiyê rûne. Di nava serê wî de parçeyên şarapnel mane. Her tim dicemide, germ nabe. Cihê lê dimîne ne di çarçoveya şertê hijyenê de ye. Dikare bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe bidomîne.”

HELÎNA HESTIYAN DEST PÊ KIR

Çîçek, dazanîn ku Korkmaz tevî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ku “nikare di girtîgehê de bimîne” jî hêj nayê berdan û wiha pê de çû: “Ligel ku Korkmaz serî li cihên pêwîst dane jî bersivekê nagire. Li gorî agahiyên dawî yên me ji malbatê girtine ji bilî van nexweşiyan helîna hestiya jî dest pê kiriye.”