ÎHD: Bila girtiya nexweş Fadik Adiyaman were berdan

Endamên ÎHD'ê di çalakiya 'Rûniştina F'yê de hatin cem hev û xwestin ku girtî Fadik Adiyaman a nexweş were berdan.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'Ê bi çalakiya Rûniştina F'yê bal kişandin ser girtiyê nexweş Fadik Adiyaman (54) ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê ya Enqerê girtî ye.

Li ser navê komîsyonê Meral Nergiz Şahîd axivî. Şahîn got li girtîgehan ji bo girtiyên nexweş rewş her ku diçe girantir dibe û nema dikarin ragirin.

Şahîn bal kişande ser rewşa Fadik Adiyaman a 54 salî, dayika du zarokan. Şahîn got Fadik sirgûnî Girtîgeha Tîpa T'yê ya Tekîrdagê kirine ku ti girtiyên siyasî lê nînin, tecrîd li ser tê danîn û ji ber ku Adiyaman bi nexweşiya tiroîdê ye li vir nexweşiya wê lê giran dibe.

Şahîn diyar kir ne pêkan e ku Fadik Adiyaman di nav şertên girtîgehê de bijî, di serî de girtiyên di koma rîskê de xwest ku hemû girtiyên nexweş werin berdan.