Îfadeya siyasetmedarên rehîn li emniyetê temam bûn

Îfadeya siyasetmedarên ku di operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê de hatibûn destgîrkirin de, li emniyetê temam bûn. Li bendê ye ku siyasetmedaran sibe bibin pêşberî dozger.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve bi hinceta ‘Lêpirsîna Kobanê’ dabû destpêkirin, di operasyona li ser parlementerên berê û endamên  Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (MYK-HDP) de 20 kes hatibûn destgîrkirin.

Îfadeya siyasetmedarên li Midûryeta Emniyetê ya Enqerê dihatin ragirtin temam bû. Parlementerê berê Sirri Sureya Onder, Altan Tan, Ayla Akat, Ayhan Bîlgen û endamê MYK a HDP’ê Can Memîş îfade dan, siyasetmedarên din ‘mafê xwe yê bêdengiyê’ bikar anî.

Ji siyasetmedarên HDP’ê pirsa çalakiyên 6-8’ê Kobanê, banga MYK’ê, tevlîbûna çalakî û aktivîte, nûçeyên di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û parvekirinê li ser tevnên dijîtal pirsîn.

Li bendêne ku siyasetmedarên ku karûbarên wan ên li emniyetê temam bûne, sibe derxînin pêşberî dozgeriyê.

Navê kesên destgîrkirîne wiha ne: Hevşaredarê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê MYK a HDP’ê Alp Altinors, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazmî Gur, Parlemnterê berê yê HDP’ê yê Amedê Altan Tan, Parlamentera Berê Ayla Akat, Parlementera berê ya DBP’ê û parlementer Emîne Ayna, endamê Heyeta Îmralî Sirri Sureya Onder, endamên MYK a berê ya HDP’ê Bîrcan Yorûlmaz, Gulîfer Akkaya, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kubîlay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Odûncû, Îsmaîl Şengul û Cîhan Erdal, Hesabdarê Giştî yê berê yê HDP’ê Zekî Çelîk, endamê HDP’ê yê RÛTK’ê Alî Urkut û Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun.