Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Îdîanameyê ji Ajansa Anadolûyê bigre ne ji Dozgeriyê

Îdîanameya ku li ser girtina HDP’ê hatî vekirin beriya ku bigihe HDP’ê di Ajansa Anadolûyê (AA) ya dewleta Tirk de hate weşandin. Îdîaname bi hinceta ‘Hîna nehatiye qebûlkirin’ negihaye destê HDP.

AA’yê  ragihand ku di îdîanameya li ser girtina HDP’ê de, di derbarê 600 kesan de qedexeya siyasî tê xwestin.

Serdozgerê Komarê Bekîr Şahîn bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Zagona Bingehîn doz vekir.

Îdîaname bi îdîaya “Endamên HDP’ê bi gotin û çalakiyên xwe tunekirina yekitiya gel û dewletê armanc dikin” hate amadekirin û ji Dadgeha Bilind re hate şandin. Ji ber sedema ‘Hîna nehatiye erê kirin’ ji HDP’ê re nehatiye şandin. Lê di Ajansa Anadoluyê de hate weşandin.

AA’yê di nûçeya xwe de ragihand ku Dadgeha Zagona Bingehîn dikare ji bo endamên HDP’ê cezaya heta 5 salan nikarin bibin endam, avaker û rêveberê ti partiyên din li wê bibire.