Êzidiyên li Ewropayê bi çalakî û karên dîplomatîk xwedî li Şengalê derdikevin

Li dijî peymana rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, Êzidiyên li Ewropayê ji 9'ê Cotmehê ve li ser piyan e. Li gel çalakiyan her wiha bi dîplomasiyeke xurt mijar xistine rojeva Yekîtiya Ewropayê û welatên endam.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, peymana 9'ê Cotmehê ya navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê weke xiyanetê dihesibînin, lewma ji roja ragihandina peymanê û vir ve meş û mîtîngan lidar dixe.

Yek ji wan çalakiyan jî konê agahdarkirinê yê li paytexta Elmanya Berlînê ye ku ji 15'ê Cotmehê ve dewam dike.

Li gel çalakiyan her wiha karên dîplomatîk jî dimeşîne. Di vê çarçoveyê de dosya amade kir û pêşkêşî nûnertiya gelek welatan kir.

Êzidiyan dosyaya li ser mijarê bi taybetî radestî Wezîrên Karên Derve yên hemû welatên Yekîtiya Ewropayê, partiyên siyasî yên li Hikumeta Federal a Elmanyayê, nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî, DYE, Rûsyayê kirin û li gel nerazîbûna xwe ya li dijî lihevkirinê her wiha daxwazên xwe anîn ziman.

Koordînasyonê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê di bersiva xwe de diyar kiriye ku wê rewşa Şengalê bi 22 endamên Komîsyona Karên Derve re parve bikin.

Êzidiyên li Ewropayê wê bi heman armancê di 22'ê Cotmehê de (Sibe) li bajarê Berlîn, Kleve, Strasboûrg, Hannover û Berlînê çalakiyan li dar bixin.

PLANSAZIYA ÇALAKIYÊN 22'Ê COTMEHÊ

Li gorî daxuyaniya koordînasyonê bernameya çalakiyan wiha ye:

22.10.2020

BERLÎN
Cih: Brandenburgertor, Pariser Platz
Saet: 14:00

BÎELEFELD
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 17:00

KLEVE:
Cih: Große Strasse (li cem Kochhlöffel)
Saet:17:00

WESEL
Cih: Berliner-Tor
Saet: 16:30

STRASBOÛRG:
Cih: Place Klêber 67000 a Strasbourg
Saet: 11:00

24.10.2020

HANNOVER
Cih: Kröpke / Steintor
Saet: 14:00