Êzidî li ber êrîş û peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe didin

Ji bo Şengal û Êzidiyên ji Fermana 73’an rizgarbûyî, bi rengek din bê qirkirin, vê carê PDK, hikûmeta Iraq û Emerîka bi peymana 9’ê Cotmehê xwestin bikevin Şengalê û plana mayî ya DAÎŞ’ê temam bikin.

Piştî rizgarkirina Şengalê ya ji aliyê gerîlayên PKK’ê û hêzên YBŞ/YJŞ’ê ve, ji bo Êzidî û Şengal carekî din rû bi rûyê qirkirin û êrîşan neyê Rêveberiya Xweser a Şengal û saziyên xweser hatin avakirin. Piştî van hewldan û nûbûnên nû yên li Şengalê û Êzidiyan di serî de Tirkiye, PDK û hikûmeta Iraqê xwe li vê ranegirt û bi hincetên cuda xwestin îlana DAÎŞ’ê ya Tebaxa 2014’an temam bikin, dest bi îmzekirina peymaneke nû ya qirkirina Êzidiyan kirin.

Di dîroka mirovahî û taybet civaka Êzidî de 3’yê Tebaxa 2014’an bû dîrokek welê ku heta dinê heye bê gotin û neyê jibîrkirin. Ev roj wek fermaneke nû hate pênasekirin û bû fermana 73’an. Vê rojê hêzên Iraqê û dîsa pêşmergeyên PDK’ê yên li Şengalê reviyan, plana ku hatibû amadekirin a qirkirina Êzidiyan kete meryetê û êrîş dest pê kir. DAÎŞ’ê bi hemû hêza xwe berê xwe da Şengal û derdorî wê. Dema ku her kesê bi çavê tirs li vê dinêrî, gerîlayên PKK’ê HPG/YJA Starê zendûbendê xwe hildan û bi 12 siwariyan berê xwe dabûn Şengalê. Her wiha di dema êrîşên hovane û qirkirinê de ji aliyê rojava ve jî şervanên YPG/YPJ’ê jî ketibûn ser rê û korîdoreke mirovî ya rizgarkirina mirovan a ji qirkirinê vekirin gel veguhestin Şengalê. Dîsa gerîlayên li Şengalê şer kirin, berê civaka Êzidî da çiya û li gel komek ciwan û xelkê Êzidî li ber xwe dan.

Di nava vê qirkirinê de divê ji nû ve hebûn bihata avakirin, ew jî hêzeke bi xwe, vîna wê û îrade Êzidî be bê avakirin. Bi van êrîşên hovane re, ciwanên Êzidî bi alîkariya şervanê YPG/YPJ’ê û gerîlayên HPG’ê dest bi xwe rêxistinê kir û 4’ê Tebaxa 2014’ê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji xort û keçen Êzidî pêk tên ku xaka xwe, keramet û civaka xwe biparêzin hate avakirin.

Piştî wê YBŞ`ê û hêzên Asayîşa Êzidîxanê parastina Şengalê girtine ser milê xwe da ku careke din rû bi rûyê komkujiyan neyên. Li aliyê din jî jinên ciwan ên Êzidî hêza ya taybet bi vê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kir, ji bo jinên di destê çeteyên DAÎŞ’ê de rizgar bikin û tola xwe rakin, hate avakirin. Roj hat ku wê li Reqa, Baxozê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û bi sedan jinên Êzidî ji destê hovan rizgar kirin.

Rêveberiya Xweser Şengalê ku di 14`ê Çileyê 2015`an de hate avakirin, rêveberina Şengal û rêxistinkirina civaka Êzidî girt ser milê xwe.

Di demekê de civaka Êzidî xwe ji nû ve rêxistin kir, xurt bû. Tirkiye zext li PDK’ê û Iraqê kir ku eger PKK ji Şengalê dernekve wê êrîş bike. PKK ji bo ewlehî û dîsa civaka Êzidî giha wê yekê ku xwedî îrade û biryare, 1`ê Nîsana 2018`an HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku erka wan a li Şengalê qediya û wê vekişin cihê xwe.

Piştî vê yekê êdî ti hincetek ji bo ne Tirkiye, ne jî PDK’ê û Iraqê ma ku bikare mudaxeleyî Şengalê bike, lê wê rewş bi vî rengî neçûba. Ji ber hem PDK hem jî Iraq dixwaze vegere Şengalê û rêveberiya berî êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an. Heman em ê wê ev yek jî ne hesan ba. Ji bo wê divê bi hev re û bi awayekî lihevkirî kordîne zext û êrîşan bike.

Salname 9’ê Cotmeha 2020’ê nîşan dida. Ji xwe 9’ê Cotmehê di dîroka gelê Kurd de roja yekem a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cihê xwe weke deqek reş di salnameyê de nîşan dabû. Di vê rojê de hikumeta Iraqê bi serkêşiya Serokwezîrê Iraqê yê demê Mistefa Kazimî û hikumeta Hewlêrê ya bi serkêşiya PDK`ê ragihand ku ew gihaştin peymanekê û got ku peyman girêdayî rêxistinkirina rewşên ewlehî û rêveberî li Şengalê ye.

Ji îlankirina vê peymanê ve civaka Êzidî li ber vê rabûn, diyar kir ku ev rengek din ê qirkirinê di bin warê qanûnî de hatî nixumandine. Nîşan dan ku teqez ew ê rê nedin yên ew hiştine di nava lepên DAÎŞ’ê de û qirkirin bi serê wan hatî, vegerin Şengalê ku weke qet tiştek rûnedayî bicih bibin.

Van aliyên ku Şengal hiştin û reviyan, bê ku guh û çav bide vîna Şengaliyan ketin tevgerê û xwestin Şengal û Êzidxan bimînin bê parastin, dawî li YBŞ û Asayîşa Êzidxanê bînin.

PDK û Iraq a ku nekarî vê peymanê bicih bîne, bi rêya gefên Tirkiye û çav gitina ji êrîşên esmanî yên Tirk re xwestin vîna Şengalê bişkînin, bi wî rengî peymanê bidin qebûlkirin.

Êrîşên Tirk ên esmanî destpê kirin û di hedefa êrîşan de jî rêveber û pêşengên Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin û civaka Êzidî rêxistin kiri bûn. Di serî de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, piştre Mam Beşîr û pey wê Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Zerdeş Şengalî û herî dawî jî Dijwar Bedel kirin hedef.

Her ku êrîş hatin kirin, pêşengên civaka Êzidî şehîd bûn, Êzidî xurtir xwedî li vîna xwe derketin û girêdayî sazî û şervanên xwe derketin. Xort û keçên Êzidî tevlî nava YBŞ/YJŞ’ê bûn. Soza girêdanbûn dan û di warê rêxistinî û civakî de jî xwe rêxistin kirin.

Van aliyên Peyman îmzekirin, her ku dîtin nikarin vê bikin, bi reng û rêbazên cihê xwestin vîna civak Êzidî bişkînin. Ji bo wê hem PDK û hem jî Tirkiye zexta xwe ya li ser hikûmeta Iraqê zêdetir kir ku mudaxeleyî Şengalê bike.

Di vê çarçoveyê de gelek hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser û Bexda de hatibe kirin, her çendî sozên aramî û çareseriyê jî hatibe dayîn, lê Iraq nebûye alîgirê çareseriyê tim xwestiye vîna Êzidiyan li ber çav negire û mudaxeleya leşkerî bike.

Yek ji van hevdîtinan 15’ê Adara 2021’an şandeyeke ewlehî ya Iraqî ya payebilind ku ji bi serkêşiya şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim El-Erecî, serokê erkanê artêşê, wekîlê serokê cîhanê ewlehiya nîştimanî, cîgirê fermandarê odeya hevbeş, fermandarê hêzên bejahî, gerînendeyê îstixbaratên leşkerî û hejmarek ji serbazên fermandariya operasyonên rojavayê Neynewa pêk dihat, serdana Şengalê kir da ku bi nûnerên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re bicive.

Di hevdîtinê de aliyên Şengalê ragihandibû ku wan gelek mijarên mîna rewşa ewlehî, rola Hêzên Asayîşa Êzidxanyê ya parastina Şengalê-Êzidxanê, vegera koçberan û ji nû ve avakirina Şengalê, xebatên rewa yên Rêveberiya Xweser a Şengalê nîqaş kirine. Her wiha ji şandeya Iraqî hatiye gotin ku Meclîsa Xweser li gorî madeya 120’an a destûra Iraqê ava bûye.

Tevî gelek nîqaş û civînan jî Iraqê dev ji gefên xwe berneda û demê re dest bi mudaxeleyan kir.

Di her kêlî û gavê de dema Êzidî daxwaz heqê xwe bike, hêzên Iraqî pêşiya wan dibe asteng û gefa mudaxeleyê lê dike.

20`ê Nîsana 2021`an artêşa Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zerik ê li rojavayî Şengalê bibe. Li ser wê hewldanê, şêniyên herêmê derketin û rê li pêşiya artêş girtin û nehiştin ku derbasî herêmê bibin.

20’ê Nîsana 2021’ê artêşa Iraqê berê xwe da gundê Gir Zêrik ê Rojavayê Şengalê. Ev gund di dema êrîşên DAÎŞ’ê de yek ji deverê li ber xwe dane û ciwanên wê heta dawî li ber xwe dane. Ev jî mijarek balkêş bû, çima Iraqê berê xwe dide vir.

Dadgeha Mûsilê di 21`ê Nîsanê de biyara darvekirina 4 ciwanên êzidî da ku hêzên ewlekariya Iraqê bi tawana kuştina ciwanekî êla Şemer di 16`ê Îlona 2020`an de li ser rêya di navbera Til Ezîz û Şengalê de girtin. Wê demê êzidiyên Şengalê xwepêşendanên aştiyane lidar xistin û biryara dadgehê red kir. Êizidyan got bi hezaran çeteyên DAÎŞ`ê komkujî li dijî kesên azad pêk anîn, em qebûl nakin ku ciwan bi tawanên nerast werin darvekirin.

Her ku êrîş zêdebûn, mudaxele zêde bûn; ji bo civaka Êzidî bikare xurtir li ber xwe bide, xwe rêxistin bike, civîneke awarte lidar xist. Civîn 25’ê Adarê bi tevlîbûna meclîsa rêveberiyê, fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Asayîş pêk hat.

Di demê dawî de li gel zêdebûna êrîşên Tirkiye yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, yek ji hedefên Tirkiye bûye Şengal û Êzidî. Li gel vê gefên Iraqê jî zêde bûne.

Artêşa Iraqê di 18’ê Çileya 2022’an de gef li Asayîşa Êzidxanê xwaribû û xwestibû ji qadên xwe derkevin. Di heman rojê de sê rojnamegerên li qadê jî hatibûn destgîrkirin.

Balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker 7’ê Çileya 2022’ê de li wesayîta Hevserokê Konseya Rêveber a Xweser a Şengalê Merwan Bedel dabû. Bedel şehîd bûbû û du zarokên wî birîndar bûbûn.

21’ê Çileyê balafirên bê mirov û bi çeke ên dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî Geliyê Şîlo ya Şengalê kir. yek ji fermandarên YBŞ’ê, 2 endamên Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên bi navê Azad Êzdîn û Enver Tolhildan şehîd ketine 2 endamên YBŞ’ê ji birîndar bûne. Azad Êzdîn yek ji Fermandarên YBŞ’ê ye.

Ev hemû dide nîşandan ku çiqasî Êzidî di berxwedan û vîna xwe ya xweser de israr bike, êrîş bê kirin jî wê nikare vîna wan bişkê. Êzidî çiqasî rêxistin kirî be, xwedî li xwe û hêzên xwe derkeve, wê bikare di qada navneteweyî de daxwaza xweserî û statûya Şengalê bike.

Eger ku heta vê gavê ne Iraq û ne jî PDK’ê kariye bikeve Şengalê û pîlanên xwe bi ser bixe, ev biryardarî û vîna xelkê Şengalê nîşan dide. Şengalî çiqasî li ber xwe bide, wê ewqasî bikare azad û aram bijî.