Êşkenceya li girtîgehan bûye pêkanînek ji rêzê
Leşker û gardiyanên li girtîgehên Tirk, di bin kontrola rêveberiya girtîgehê de êşkenceyê li girtiyan dikin. Ji ber ku êşkence bûye pêkanîneke ji rêzê, ti ji wezîfedarên dewletê nakevin ber lêpirsînê.
Leşker û gardiyanên li girtîgehên Tirk, di bin kontrola rêveberiya girtîgehê de êşkenceyê li girtiyan dikin. Ji ber ku êşkence bûye pêkanîneke ji rêzê, ti ji wezîfedarên dewletê nakevin ber lêpirsînê.
Bi taybetî li girtîgehên li Wan, Erzîrom, Agirî, Bedlîs, Mûş û Qersê êşkenceya li girtiyan bûye pêkanîneke ji rêzê. Ji ber êşkenceyê bi dehan girtî bi giranî birîndar bûne. Ti ji êşkencekar jî heta niha neketine ber lêpirsînê.
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku polîtîkaya sûc, ceza û polîtîkaya girtîgehan a dewletê bi pirsgirêk e û got, "Ji Girtîgeha Edeneyê ya serhildêrên Agiriyê lê hatin bicihkirin heta Hejmara 5'an a Amedê û heta Ûlûcanlarê, ji wir jî heta Bayrampaşayê li hemû girtîgehan sicîla dewletê ev e. Girtîgeha Îmraliyê li gel heman sîstemê big iranî bi sîstemeke dişibe ya Girava Roben a Afrîka Başûr tê birêvebirin."
Parêzer Demîr anî ziman ku zexta li ser girtiyên siyasî di asta herî bilind a serdema darbe û kaosê de ye û ragihand ku sewq, sirgûn û veguhastina girtiyan zêde bûye; êşkence, kiryarên xerab û binpêkirina mafên mirovan zêde bûne.
Demîr da xuyakirin ku bûyerên di dema dawî de li Girtîgeha Tîpa T a Wanê diqewime jî têrê dike ku rewşa heyî bê fêhmkirin û bûyerên ku bi serê rojnamevan-nivîskar Hamît Dilbahar (Dûman) hatiye anîn bi bîr xist: "Di nava du mehan de 3 caran hatiye sirgûnkirin. Êşkenceyeke gelekî giran û dijwar lê kirine. Ji ber ku kiryarên li nava dîwarên bilind diqewimin ji kontrola neteweyî û navneteweyî girtî ne, êşkence û pêkanînên xerab zêde bûne."